Bayik: PDK dewleta Tirk teşwîq dike ku zextê li YNK'ê bike

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik anî ziman ku PDK'ê ji dewleta Tirk re gotiye, eger YNK tevlî şerê li dijî PKK'ê nebe wê nikaribe encameke şênber bi dest bixe û got, "PDK dewleta Tirk teşwîq dike ku zextê li YNK'ê bike."

GOTARA CEMÎL BAYIK

Hevserokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik gotarek ji ANF'ê re nivîsî û hilbijartinên li Bakur û Tirkiyeyê, rewşa li Başûr, operasyoneke gengaz a dewleta Tirk a li ser Başûr û têkiliya navbera PDK û PKK'ê nirxand.

Cemîl Bayik di gotara xwe de dide xuyakirin ku “Rejîma faşîst a AKP’ê piştî 22 salan cara yekem e ku di vê astê de rastî têkçûneke mezin hatiye. Her çend rola hemû hêzên dijfaşîzm û demokrasîxwaz ên Tirkiyeyê di vê yekê de hebû, lê belê di vê têkçûna AKP’ê de berxwedana gelê Kurd roleke çarenûssaz lîst.” Cemîl Bayik îşaret bi berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dike û dibêje ku “Berxwedana Îmraliyê, pêşveçûna kampanyaya navneteweyî ya li dijî tecrîda li ser Ocalan û şerê gerîla yê li dijî artêşa Tirkiyeyê û her wiha xwedîderketina gel li Newrozê sedema bingehîn a vê serkeftina gelê Kurd bû di hilbijartinên xwecihî yên Tirkiye û bakurê Kurdistanê de.

Cemîl Bayik dide zanîn ku encama hilbijartinên bakurê Kurdistanê destpêka têkçûna wê planê ye ku wek “Plana Jinavbirinê” hatibû binavkirin û di 31’ê Cotmeha 2014’an de ji hêla Desteya Ewlehiyê ya Neteweyî ya Tirkiyeyê ve hatibû amadekirin. Bayik diyar dike ku dewleta Tirk hîna li ser wê planê rijd e û dibêje ku “Hikûmeta AKP-MHP’ê tu carî dest ji plana qirkirina Kurdan bernedaye, tûşî girêka Osmanîçîtiyê bûne, berfirehxwaz e û Erdogan xwe wek xelîfeyê Osmanî dibîne.”

Bayik hişyariya wê yekê dide ku êrişên dewleta Tirk dê di siberojê de zêde bibin û di vê çarçoveyê de îşaret bi operasyona çaverêkirî ya Tirkiyeyê ya li ser başûrê Kurdistanê û peymana ewlehiyê ya navbera Tirkiye û Iraqê dike û dibêje: “Dewleta Tirk a qirker dixwaze bi îmzekirina gelek peymanan li gel Iraqê, vê dewletê bike hevkarê xwe yê şerê li dijî PKK’ê. Pêwîst e Iraq bi vê planê nexape û nekeve nav lîstikeke wiha çepel. Eger na, dê rewatiyê bide êrişên dagirkariyê yên dewleta Tirkiyeyê û şeref û heysiyeta Iraqê dê darbeyeke mezin bixwe.”

Bayik radigihîne ku “PKK’ê tu carî zerar nedaye berjewendiyên Iraqê. Her tim siyaseta dostanî û berjewendiyên hevbeş meşandiye, lê belê wisa xuya ye ku hin hevdîtinên dewleta Tirk a qirker ên li gel Iraqê rasterast têkiliya wan bi PKK’ê re heye. Bi taybetî eger ew biryara ku propagandaya wê tê kirin ku Encumena Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê li ser PKK’ê daye rast be, wê demê ev biryar çi qas zerarê bide PKK’ê, dê ew qas jî zerarê bide berjewendiyên Iraqê.”

Cemîl Bayik destnîşan dike ku divê Iraq nebe amrazek ji bo planên dewleta Tirk. Her wiha amaje bi rola PDK’ê  ya di têkiliyên navbera Iraq û Tirkiyeyê de dike û wiha didomîne:

“Hemû gelê Kurd êdî wê rastiyê dizane ku PDK wek hevkareke dewleta Tirk a dagirker û qirker rêyeke pir xerab û nefretî daye ber xwe. Pêwîst e ku PDK bi zûtirîn dem ji vê rêyê vegere û poşman bibe. Pêwîst e PDK sazî û bîrokrasiya dewleta Iraqê ji bo dijayetiya PKK’ê bi kar neyne û hewl nede ku li ser navê dewleta Iraqê li dijî PKK’ê biryaran wergire. Lê belê PDK wisa tev digere ku mirov dibêje qey di vî warî de erk û berpirsyariyeke taybet girtiye ser xwe. Hîna jî bi awayekî zêde xerab ji dewleta Tirk re fikir û pêşniyaran pêşkêş dike ku ev dewlet çawa bikare daxwazên xwe bi ser dewleta Iraqê de ferz bike û wisa lê bike ku li dijî PKK’ê helwestê wergire û şer bike. Her wiha PDK wê fikir û şêwirmendiyê dide dewleta Tirk ku eger YNK beşdar nebe, şerê li dijî PKK’ê encameke berbiçav nade û bi vî awayî dewleta Tirk teşwîq dike ku zext û fişarê bixe ser YNK’ê. Ji aliyekî din ve rê nîşanî artêşa Tirk a dagirker dide û hemû cure zanyariyên îstixbaratî û derfetên lojîstîkî pêşkêş dike. Ji bo ku rê li ber dewleta Tirk hêsan bike, li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê ji bo artêşa Tirk a dagirker rê û baregehan çêdike. Li her cihê ku bizane ku rêya hatin û çûna gerîla ye, kemînê datîne û bi vî rengî hewl dide astengiyan çêke da ku gerîla nekare pêwîstiyên lojîstîkî û çek û cebilxaneyê ji bo xwe dabîn bike. Di heman demê de li gel vê yekê, ji bo parastina baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê her dema ku lazim bike, cilên pêşmergeyan li leşkerên dagirker ên Tirkiyeyê dike û her dema ku lazim bike, cilên artêşa dagirker li pêşmergeyan dike. Bi gotineke din PDK bi awayekî rasterast û nerasterast beşdarî vî şerî bûye. Hêza ku PDK li dijî wê şer dike, ji bilî gerîlayên azadiya Kurdistanê, ji bilî HPG û YJA-Starê ne tu hêzeke din e.

Ew rewşa bêyom ku PDK ketiyê, hemû şaneyên wê vegirtine. Sedema sereke ya vê yekê jî ew pirsgirêk in ku gelê me li başûrê Kurdistanê dikişînin. Malbata Barzaniyan di lûtkeya refahê de jiyana xwe didomîne, ji malê vî xelkî ew qas diziye ku têra nevîçirkên wan jî dike. Gelê me li başûrê Kurdistanê di lûtkeya hejarî û feqîriyê de jiyana xwe didomîne. Her roj bi sedan kes ji bo ku terka başûrê Kurdistanê bikin, canê xwe dixin metirsiyê, xwe li sînoran didin û koçî welatên din dikin. PDK jî hemû derfetên desthilatê ji bo berjewendiyên malbatî bi kar tîne û rengê dewleteke polîsî û leşkerî li xwe girtiye. Ji bo çalakiyên demokratîk û xwepêşandanên demokratîk tu rêyek nehiştiye. Di demekê de ku diyardeya xwekujiya jinan zêde dibe, PDK ji bo azadiya jinan û mafên jinan tu gaveke pratîkî naavêje, berevajî, bi zihniyeteke baviksalar rejîmeke dîktator bi ser gel de ferz kiriye. Desthilateke sitemkar û zordar ava kiriye û welêt bi kuştinê bi rê ve dibe. Zext û newekhevî û bêedaletiyê hemû sînor derbas kirine. Di demekê de ku serwet û zengîniya malbata Barzaniyan bankayên dinyayê tijî kiriye, mûçeya karmend û mamostayan û mûçeya wan hemû kesan ku ji bo vî welatî kedê didin, tê birîn û nayê dayîn. PDK tenê ji bo xatirê selteneta xwe ya malbatî amade ye ku hemû statûya başûrê Kurdistanê bixe metirsiyê. Eger başûrê Kurdistanê, ku ji sala 2005’an ve bûye xwedî statûyeke federal, siyaseteke demokratîk bimeşanda, tiştek nedima ku me wek Kurd bi dest nexista. Di demekê de ku pêwîst bû pirtirîn maf û azadî û demokrasî li Herêma Kurdistanê desteber bikira, civaka di bin desthilata PDK’ê de rastî zext û çewisandinê tê û dengê wan tê qutkirin. Lewma xelk ji bo nefeswergirtinê neçar dibe ku berê xwe bide diyasporayê. PDK niha bi Dadgeha Federal a Iraqê re jî ketiye şer. Ew 11 kursiyên ku ji bo kotaya kêmîneyan (ku em ji wan re dibêjin pêkhateyên civakî) hatibûn danîn, PDK’ê ew ji bo xwe girtibûn û sûd ji wan werdigirt. Sedema vê berteka PDK’ê heta radeyekê ji ber wê yekê ye ku Bexdadê ev qanûn guherandiye. Wekî ku tê zanîn hilbijartinên Herêma Kurdistanê heta niha li gorî siyaseta yek bazineyî bû. Ji ber ku PDK berî niha bi kêfa xwe ev sîstem sûîstimal dikir, niha ev sîstem kirine çar bazineyî, dibe ku zêdetir demokratîk bibe. Her wiha dadgeha Federal a Iraqê Komîsyona Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê betal kir. Çinku PDK’ê ev komîsyon ji hinga ku heye, girtiye bin monopola xwe. Bi gotineke din PDK û malbata Barzaniyan tenê berjewendiyên xwe esas digirin û hew. Ev helwesta PDK’ê sedema sereke ya van biryaran e. Bi taybetî di van salên dawî de bertekên gel ên li hember PDK’ê her ku diçin zêdetir û zêdetir dibin. Bandora PDK’ê li ser gel kêm dibe û hem di warê siyasî de û hem di warê aboriyê de rastî zor û zehmetiyeke cidî hatiye. Ji ber vê çendê gefa boykotkirina hilbijartinan dixwe, newêre beşdarî hilbijartinê bibe. Pirsgirêkeke din ji pirsgirêkên başûrê Kurdistanê yên herî mezin birîn û nedana mûçeya gel e. Pêwîst e gelê me li başûrê Kurdistanê vê rastiyê baş bizane. Malbata Barzaniyan hêzeke bi nav êPêşmergeyên Roj ava kiriye ku armanca wê tenê xizmetkirina vê malbatê ye, ji bo xizmetkirina xwe ava kirine. Ew kesên bi navê Pêşmergeyên Roj tu yek ji wan ne xelkê başûrê Kurdistanê ne, hemû xelkê Rojava ne. Hejmara wan navbera deh heta bîst hezarî tê texmînkirin. Ev hêza bêyom ji bo şerê li dijî PKK’ê hatiye avakirin, mûçeya wan mûçeya wan mamoste û karmendan e ku hatiye birîn û nayê dayîn. Mimkin e ku di navbera PDK û PKK’ê de pirsgirêk hebe. Her wiha mimkin e ku di navbera piranya rêxistin û aliyan de pirsgirêk hebin, ev yek tiştekî asayî ye. Lê belê çareserkirina van pirsgirêkan bi rêya gotûbêj û danûstandinan tiştek e û piştgirêdana bi dijminên gelê Kurd bi taybetî dijminekî dagirker û berfirehxwaz û qirker ê wekî dewleta Tirk tiştekî din e. PKK tu carî li dijî nirxên gelê Kurd, li dijî tu partî û aliyekî siyasî yê Kurd pişta xwe nedaye dewletekê û şer û dijminatiyeke wiha bi tu aliyekî re nekiriye. Hemû endamên rêveberiyê, di ser hemûyan re jî Rêber Apo, dûr ji jiyana madî û zihniyeta desthilatxwaziyê bi “pariyek nan û kirasekî” jiyaneke derwêşane dijîn. Hemû tiştên jiyana xwe ji bo xizmeta gel terxan kirine û li derveyî vê yekê ji bo jiyana xwe ya şexsî tu lêgerîn û hewldaneke wan tune ye. PDK noqî berjewendiyên aborî û rant û bertîl û talan û gendeliyê bûye. Lewra dijminiya PKK’ê dike û bi hevkarî û piştgirya dewleta Tirk êrişî PKK’ê dike.

Berî her tiştî ez dixwazim amaje bi wê yekê bikim ku piştî qonaxeke pir dijwar, lê di heman demê de tijî serkeftin, em bi biryar in ku em bi hemû hêz û şiyana xwe li her derê têkoşîn û berxwedana xwe pêşve bibin. Her wekî ku tê zanîn, dewleta Tirk a kolonyal, dagirker û qirker ji heşt salan zêdetir e di çarçoveya “Plana Jinavbirin”ê de bi awayekî berdewam şerekî piralî yê dijwar li dijî tevger û gelê me dimeşîne. Dewleta Tirk a faşîst di vî şerî de tu pîvaneke qanûnî û exlaqî naşopîne. Têkoşîn û berxwedana gelê me û gerîlayên azadiya Kurdistanê ya li dijî van êrişên dewleta Tirk encamên biheybet bi xwe re anîn. Bi dirêjahiya van heşt salan tu carî serî li ber êrişên dewleta Tirk a qirker daneanî û îradeya xwe radestî vê rejîma faşîst nekir. Berevajî vê yekê her tim li ber xwe daye û ji bo bilindkirina asta têkoşînê sûd ji her derfetekê wergirtiye. Di vê çarçoveyê de ya ku artêşa Tirk a dagirker hejand û tûşî gêjbûnê kir hêza çalak a gerîlayên azadiya Kurdistanê bû ku bi ruhekî fedayiyane karî darbeyên giran li artêşa Tirk bide.

Ew darbeyên giran ku gerîlayên azadiya Kurdistanê ji mehên dawî yên sala 2023’yan ve heta niha li artêşa Tirk a dagirker dide, bi rastî cihê şanaziyê ne. Gerîla bi wan operasyonên xwe yên şoreşgerî karî gelek bingeh û baregeh û çeperên artêşa Tirk a dagirker ji nav bibe û nehêle. Têkçûna artêşa dagirker a li hember gerîla û ew xesarên ku li wê ketine û ew kuştiyên ku ji wan mane, bi wêne û vîdyoyan ji raya giştî re hatin belavkirin. Asta şarezabûn û dahênana gerîla ya di taktîk û teknîka şer de moral û hêzeke mezin da gelê me, bi taybetî piştî ku gerîla hêza xistina balafirên bêmirov bi dest xist. Bi vê yekê re rêveçûna şer bi rêjeyeke zêde guherî. Êdî însiyatîfa şer ketiye destên gerîla. Bi vî awayî gerîlayên azadiya Kurdistanê, gelê Kurd, keç û kurên Kurd nebezî û wêrekiya xwe ji her kesî re selmandin. Her wiha me di demên borî de kampanyayeke navneteweyî ya girîng ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo dabû destpêkirin ku heta niha jî berdewam e. Gelê kurd tevî dostên xwe di 15’ê Sibatê de ku rojeke reş e ji bo hemû Kurdan, gelek çalakî li dijî komploya navneteweyî li dar xistin. Her wiha ew çalakî û serhildanên ku bi pêşengiya jinan bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî”yê di 8’ê Adarê de hatin kirin, hêz û lezeke nû dan vê qonaxê.

Bê guman lûtkeya van hemûyan pîrozbahiyên Newrozê bûn ku li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welêt hatin kirn. Di rastiya xwe de derfeta wê yekê hebû ku pîrozbahiyên Newrozê li başûrê Kurdistanê bi awayekî girseyîtir û bi coş û kelecaneke mezintir di asta ruhê Newrozê de bêne kirin. Pîrozbahiyên Newrozê li rojhilatê Kurdistanê li gorî salên borî pîrozbahiyên herî biheybet bûn. Bê guman ev yek ruhê berxwedan û hesta gelê me ya azadîxwaziyê nîşan dide. Wekî ku tê zanîn, gelê me li rojavayê Kurdistanê tevî gelên din ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her tim di nav têkoşînê de ne. Her wiha li her çar aliyên cîhanê û bi taybetî jî li Ewropayê, li her dera ku Kurd lê hebûn, Newroz bi coş û kelecan û şanaziyeke mezin hate pîrozkirin. Pîrozbahiyên Newrozê li bakurê Kurdistanê ku milyonan kes beşdar bûn, mora xwe li vê qonaxê da. Bi kurtî ez dikarim bibêjim ku di pîrozbahiyên Newrozê de gelê me bi yek dilî û bi yek dengî nîşan da ku di têkoşîna xwe ya parastina hebûn û azadiya xwe de çi qas xwedî biryar û baweriyê ye. Çi li Kurdistanê û çi li derveyî welêt li her dera ku Newroz lê hate pîrozkirin, ji gelê me û ji dostên gelê me bi dehan milyon kes bi yek dengî ji bo azadiya Rêber Apo peyam dan. Êdî her kes wê rastiyê dizane ku heta ku Rêber Apo azad nebe, ne destkeftên gelê Kurd tên parastin û ne pirsgirêka Kurd tê çareserkirin. Ji ber vê rastiyê ye ku bi dehan milyon kesan bi îradeyeke mezin ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo dengê xwe bilind kir û bangewazî kir.

Bê guman van hemû pêşketinan bawerî û hêza berxwedanê û serkeftina gelê me bihêztir kiriye. Balkêştirîn û berbiçavtirîn nimûneya vê bihêzbûnê jî di hilbijartinên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de hate dîtin. Ew encamên ku gelê me û hêzên demokrasîxwaz bi dest xistin, xwedî girîngiyeke dîrokî ne. Tevî hemû fişar û gef û fêlbaziyên dewleta Tirk a qirker, gelê Kurd û hêzên demokrasîxwaz serkeftineke mezin bi dest xist. Rejîma AKP’ê ya faşîst piştî 22 salan cara yekem di vê astê de rastî têkçûneke wiha mezin hat. Her çend rola hemû hêzên dijfaşîzm û demokrasîxwaz ên Tirkiyeyê di vê yekê de hebû, lê belê di vê têkçûna AKP’ê de berxwedana gelê Kurd roleke çarenûssaz lîst. Ev yek bi taybetî di serhildana gelê Wanê de berbiçav bû. 

Hemû ev pêşketin wê rastiyê nîşanî me didin ku “Plana Jinavbirinê” ya dewleta AKP-MHP’ê ya faşîst ku ji sala 2015’an ve bi hemû şêwazên dûrî wîjdan û exlaqê li dijî gelê me û tevgera me dimeşîne, bi darbeyên gerîla yên giran û bi serhildana gel a biheybet pûç bûye û ev rejîm aniye ser çokan. Di heman demê de pêwîst e em wê rastiyê jî bizanin ku dewleta AKP-MHP’ê ya faşîst tu carî dest ji qirkirina gelê Kurdan bernedaye. Ev rejîm bûye belayek li ser gelê Kurd û hemû gelên herêmê, dixwaze plana qirkirina gelê Kurd bigihîne encamê û di heman demê de jî her tim metirsî û gef e li ser gelên din ên herêmê. Ev rejîm tûşî girêka Osmanîçîtiyê bûye, berfirehxwaz e. Hîna jî dixwaze Iraq û Sûriye û piraniya welatên Erebî wek parêzgehên xwe bibîne. Serçeteyê faşîstan Erdogan xwe wek xelîfeyê Osmanî dibîne. Aboriya wan têk çûye û siyaseta wan ketiye korerêyê. Di asta navneteweyî de tu rêz û heybeteke wan nemaye, baş dizanin ku nikarin van hemû pirsgirêkên aborî û siyasî yên giran wisa bi rehetî çareser bikin. Lewma çarerêyê tenê di wê yekê de dibînin ku di kesayetiya PKK’ê de êriş û şerê qirkirinê li dijî Kurdan bimeşînin.

Dewleta Tirk dewleteke dagirker û berfirehxwaz e. Dîroka wê xwedî mîras û karaktereke wiha ye. Ku derê dagir bike, wisa bi rehetî jê venakişê. Îro jî heman siyasetê dimeşîne. Nîv sedsal e Qibris dagir kiriye û heta niha jî jê venekişiyaye. Her wiha wisa bi rehetî ji wan deran venakişe ku li Sûriye û rojavayê Kurdistanê dagir kirine. Gava ku mesele dibe Kurd, ev taybetmendiya dewleta Tirk a dagirker û qirker zêdetir zeq dibe. Lewma her roj êrişî ser rojavayê Kurdistanê dike û hemû serxan û jêrxana jiyan û aboriya rojavayê Kurdistanê bombebaran dike û dixwaze Rojava bîne ser çokan. Li hember vê yekê jî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû bi yek dilî û bi yek baweriyê bi awayekî berdewam li ber xwe didin.

Bexdad vê taybetmendiya dagirkerî û berfirehxwaziyê ya dewleta Tirk pir baş dizane. Lewma pêwîst e li hember wan êrişan ku li ser Iraq û başûrê Kurdistanê dike, bêdeng nemîne, xwedî bertek û helwest be. Ev tişt pêwîstiyên dewleteke serbixwe û serwer in. Dewleta Tirk a qirker dixwaze bi îmzekirina gelek peymanan li gel Iraqê, vê dewletê bike hevkarê xwe yê şerê li dijî PKK’ê. Pêwîst e Iraq bi vê planê nexape û nekeve nav lîstikeke wiha çepel. Eger na, dê rewatiyê bide êrişên dagirkariyê yên dewleta Tirkiyeyê û şeref û heysiyeta Iraqê dê darbeyeke mezin bixwe. PKK tu carî zerar nedaye berjewendiyên Iraqê. Her tim siyaseta dostanî û berjewendiyên hevbeş meşandiye, lê belê wisa xuya ye ku hin hevdîtinên dewleta Tirk a qirker ên li gel Iraqê rasterast têkiliya wan bi PKK’ê re heye. Bi taybetî eger ew biryara ku propagandaya wê tê kirin ku Encumena Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê li ser PKK’ê daye rast be, wê demê ev biryar çi qas zerarê bide PKK’ê, dê ew qas jî zerarê bide berjewendiyên Iraqê. Hêvî û daxwaziya me ew e ku ne dewleta Iraqê û ne jî Encumena Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê biryareke wisa wernegirin ku xizmetî berjewendiyên her du aliyan neke. Her wiha em hêvî dikin ku dewleta Iraqê nebe amrazek ji bo planên dewleta Tirk a dagirker û berfirehxwaz û li hember dewleta Tirk xwe netewîne.

Bangewaziya me ji bo hemû gelê me, pêşengên siyaseta demokratîk, akademîsyen, rewşenbîr û bi taybetî ji bo jin û ciwanan ew e ku wek maf û erkeke demokratîk bi berfirehî li ser vê qonaxa dîrokî hûr bibin, li dijî hemû kesên ku ji dijminên Kurdan re nokeriyê dikin, bi taybetî li dijî PDK’ê ku di vî warî de hemû sînor derbas kirine, helwestê wergirin û wê rexne bikin."