Rûsya para xwe ya qelaşnîkofa difroşe

Rûsyayê ragihan ku wê parekî mezin ya çeka di sedsala 20. de herî bi nav û deng qelaşnîkofê bifroşe.

Kargeha Rostecê ya ku xwedî teknolojiyek mezin û gelek fîrmên mezin di nav xwe de digire bi daxuyaniyekî ve eşkere kir ku, wê payek mezin ji fîrmaya qelaşnîkofê bifroşin. 

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku sedî 51’ê para kargehê hê jî di destê dewletê de ye û dixwazin para dewletê daxînin ji sedî 25’an. 

Tê zanîn ku ev kargeh hêjmarek mezin ji van çekan difroşe. Di sala 2013’an de kargehan Qelaşnîkof 35 mîlyon dolar zirar dîtibû û sedî 49 para wê hatibû firotin. 

Di daxuyaniya ji aliyê Dîrektorê Giştî yê Rostecê Sergey Çemezov de dayîn, hat gotin ku, bi hatina firoşkarên xweser ve di destkeftiyê kargehê de pêşketin çêbûne. 

Ji ber ku daxwaza zêde ji bo çekan, meha borî kargeha Kelaşnîkofê hêjmara xebatkarên xwe bi giştî ji 3 yek zêde kiribû.