Rêxistinên Asyaya Pasîfîk: Êrîşên dewleta Tirk û Îranê rawestînin

Rêxistinên sivîl û partiyên siyasî ên ji gelek welatên Asyaya Pasîfîkê, êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk û Îranê li hember Kurdan şermezar kirin û banga rawestandina şer kirin.

Bi daxuyaniyek hevpar wiha gotin: “Em êrîşên leşkerî ên dewleta Tirk û Îranê yên li ser Kurdên li herêmê bi tundî şermezar dikin.

Artêşa Tirk a dagirker li hemberî Kurdên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Bakurê Iraqê êrîşên hewayî da destpêkirin. Hikûmeta Îranê jî ji bo  çalakiyên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî  ji bo mafên jinan hatin destpêkirin, bi tundiyê biçewîsînê zexta leşkerî li hemberî civakên Kurd ên li rojavayê Îranê û bakurê Iraqê girantir dike.”

Di daxuyaniyê de diyar kirin ku êrîşên leşkerî yên li hemberî Kurdan ne tenê hiqûqa navneteweyî binpê dike, di heman demê de dibe sedema windahî û zirarên mezin.”

Rêxistina gotin

-Tirkiye û Îran ivê demildest  êrîşên xwe yên leşkerî yên li hemberî Kurdên herêmê rawestînin;

-Dawî li zextên li ser tevgerên siyasî yên Kurd ên Tirkiyeyê û çalakiyên mafên jinan li Îranê bînin;

Divê wek bingeha çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd, mafê çarenivîsa demokratîk a Kurd û hemû welatiyên li Herêma Kurdistanê bê naskirin;

Rêxistinên ku metna daxuyaniyê îmze kirine wiha ne:

Partiya Sosyalîst a Malezyayê (PSM), Tifaqa Sosyalît- Avustralya, Partiya Gelê Kedkar (PRP)- Endonezya, Konfederasyona Tevgera Gel a Endoznezyayê (KPRI), Partiya Girseyên Kedkar (PLM)-Fîlîpîn, Zelanda Nû ya Sosyalîst, Partiya Gel a Haqooq -Pakistan.