Li gorî Ûkraynayê 37 hezar sivîl û leşker winda ne

Li gorî daxuyaniya rayedarên Ûkraynayê ji destpêka dagirkeriya Rûsyayê û heta niha nêzî 37 hezar sivîl û leşker winda ne.

Komîserê mafên mirovan ê Ûkranynayî Dmytro Loubinets hejmara windahiyên şer di hesabê xwe yê Facebookê parve kir û got, “Nêzîkî 37 hezar zarok, sivîl û leşker wenda ne. Dibe ku ev hejmar zêdetir be.”  Loubinets da zanîn ku serjimêrî hîn jî berdewam e.

Ji destpêka dagirkirina Rûsyayê ya di 24’ê Sibata 2022’yan de bi deh hezaran sivîl û leşker mirin. Lê, li ser vê mijarê bîlançoya giştî ya pêbawer tune.

Pêvajoya tespîtkirina nasnameya miriyan an jî windayan dibe ku bi mehan bidome. Artêşa Ûkrayna û Rûsyayê pir kêm windahiyên leşkerî radigihînin.

Ji destpêka dagirkirina Ûkraynayê û heta niha gelek bajarok û gund wêran bûne û ji ber ku agahiyê pêbawer tunene hejmara miriyan nayê zanîn.

Rewşa Mariupolê ya ku di bihara 2022’an de ji aliyê hêzên Rûsyayê ve hatibû dorpêçkirin û niha hatiye dagirkirin xwedî girîngiyeke sembolîk e. Li gorî Kievê bi deh hezaran kes tenê li vir mirin, di bin xirbeyan de an jî di gorên komî de hatin veşartin.

Li gorî Dmytro Loubinets, "nêzîkî  hezar û 700" Ukraynayî ji hêla Rûsyayê ve "bi rengekî neqanûnî" têne girtin.

Ukrayna texmîn dike ku di du salên dawî de 20,000 zarokên Ukraynayî ji hêla Rûsyayê ve hatine dersînorkirin. Rûsya vê sûcdariyê red dike.