Li Endonezyayê bîlançoya hezazê giran bû

Li eyaleta Sûlawesî ya Endonezyayê hejmara mirovên ji ber hezazê jiyana xwe ji dest dan bû 20 kes.

Li herêma Tana Toraja ya eyaleta Sûlawesî ya Başûr ji ber barana zêde ya êvara Şemiyê li du gundan hezazê rû da.

Piştî ku cenazeyên dayikeke 43 salî û zaroka wê ya 3 salî hatin dîtin, rayedaran diyar kirin ku hejmara qurbaniyan bûye 20 kes.

Ji tîma rizgarkirinê ya herêmê Mexîanûs Bekabel daxuyaniyek da çapemeniyê û got, "Tîma lêgerîn û rizgarkirinê qurbanî li cihekî ne dûrî hev dîtin. Yek ji qurbaniyan dayik bû, yek jî zarok bû."

Bekabel anî ziman ku piştî dîtina du qurbaniyan karê lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bû.