Li Bexdayê 3 êrîşên bombeyî: Herî kêm 23 kes mirin

Di 3 êrîşên bombeyî yên vê sibehê li Bexdayê pêk hat de herî kêm 23 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku li paytexta Iraq Bexdayê di 3 êrîşên cuda yên bombeyî de herî kêm 23 kes mirin, zêdetirî 40 kesî jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên ji rayedarên Iraqê, li El Tarimiye û El Şeeb ên li bakurê Bexdayê û li herêma Sadr a li rojhilatê Bexdayê bi giştî 3 teqînên cuda pêk hatin. Di êrîşên bi wesayîtên bombebarkirî û bi bombeyên zindî yên li dijî herêmên Şîiyan de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî birîndar bûn.

Êrîş li hember taxên Şîiyan pêk hat û ev di roja ku artêşa Iraqê bi Mîlîsên Şîî (Heşd El-Şehbî) re ket navenda Fellûceyê qewimî. Heta niha ti kesî êrîş negirtiye ser xwe.

...