Kolombiya têkiliyên xwe yên dîplomatîk ên bi Îsraîlê re birî

Serokdewletê Kolombiyayê Gustavo Petro, helwesta "qirkirinê" ya hikûmeta bi seroktiya Binyamîn Netanyahû şermezar kir û ragihand ku ew têkiliyên xwe yên dîplomatîk ên bi Îsraîlê re dibirin. Îsraîl bi hêrs bû, lê Hamas kêfxweş e.

Serokdewletê Kolombiyayê roja Çarşemê li Bogota bi wesîleya 1’ê Gulanê ji bi hezaran alîgirên xwe re axivî û wiha got, “Sibe (Pêncşem) wê têkiliyên dîplomatîk ên bi dewleta Îsraîlê re bên qutkirin, ji ber ku xwedî hikûmetek û serokeke qirker e.” 

Serokdewletê Kolombiyayê got, "Eger Fîlîstîn bimire, wê mirovahî pê re bimire."

Tevgera Hamasê kêfxweşiya xwe anî ziman û got, "Em nêzîkatiya Serokdewleta Kolombiyayê Gustavo Petro ku weke serketineke doza gelê xwe yê mafdar dibînin û gelek giranbuha dibînin” û bang li welatên din ên Latîn Emerîkayê kir ku têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re bibirin.

Li aliyê din jî Îsraîlê Gustavo Petro bi "xelatkirina" tevgera Îslamî ya Hamasê sûcdar kir û Hamasê jî ev nûçe bi kêfxweşî pêşwazî kir. Gustavo Petro, piştî êrîşên Hamasê ku di 7'ê Cotmehê de li başûrê axa Îsraîlê pêk hatin, gelek caran şerê Îsraîlê yê li Şerîda Xezeyê bi tundî rexne kir.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Israel Katz Gustavo Petro weke "dij-cihû" pênase kir. Israel Katz, li ser hesaba xwe ya X’yê got, "Serokdewletê Kolombiyayê ji bo xelatkirina kujer û tecawizkarên Hamasê soz dabû û îro jî soza xwe bi cih anî."