Ji Ebola rizgar bûn, lê pirsgirêkên tenduristiyê li wan der bûn

Li Rojavayê Afrîkayê, di navbera salên 2013-2015'an de zêdeyî 11 hezar kes ji ber şewba Ebola jiyana xwe ji dest dan. Sê ji çar parên bi hezaran kesên ji vê şewbê rizgar bûn, bi nexweşiyên cuda ketin.

Li gorî lêkolînek li kovara The Lancetê hat weşandin, li 802 kesên li Gîneyê bi vîrûsa Ebola ketin û bi saxî rizgar bûn, nexweşiyên cuda li wan der bûne.

Lêkolîn li ser van nexweşiyên li van kesan der bû, hat kirin. Li gorî lêkolînê, ji sedî 40 ê mirovên ji ber vîrûsa Ebola rakirin nexweşxaneyan, salek piştî dermankirinê bedena wan sist bûye û canê wan sincirî ye. Ji sedî 38 ê van kesan bi êşa li masûlke û movikan ketine. Ji sedî 35 êşa serî û ji sedî 22 jî êşa navê li van kesan der bûye.

Ji sedî 8 ê mirovên piştî tedawiya Ebola rehet bûn, pirsgirêka dîtinê li wan der bû, ji sedî 8 jî kor bûn. Wekî din ji sedî 2 ê ji van mirovan ker bûn û ji sedî 26 jî xwîna wan kêm bû.

Vê lêkolîna li Gîneyê, lêkolîna beriya niha ya li ser 277 nexweşên li Sîerra Leone bi saxî ji şewba Ebola rizgar bûn hatibû kirin, piştrast kir.

Di lêkolînê de hat destnîşankirin, di nava ji sedî 5 ê mêrên bi vîrûsa Ebola ketibûn û piştre rehet bûn, vîrûsa li organê zêdebûnê derket holê. Li nava ji sedî 17 ê van mirovan pirsgirêkên derûnî yên mîna deprasyonê der bûn.

Li Rojavayê Afrîkayê, ji ber şewba Ebola ku di sala 2013'an de dest pê kir, herî kêm 28 hezar nexweş ketin û 11 hezar 300 kesî jiyana xwe ji dest dan. Şewba Ebola bi giranî bandor li Lîberya, Sîerra Leone û Gîne kiribû. Vîrûsê heta Tebaxa 2015'an dewam kiribû.