Girtiyên Fîlîstînî wê dest bi greva birçîbûnê bikin

Girtiyên Fîlîstînî yên li girtîgehên Îsraîlê ne, ji bo şermezarkirina şert û mercên girtîgehê, di 17'ê Nîsanê de dikevin greva birçîbûnê.

Lîderê El Fetîhê Merwan Barghûtî ji girtîgeha Gîlboayê bang li 2900 girtiyên li girtîgehên Îsraîlê kir, ku di 17'ê Nîsanê de bikevin greva birçîbûnê.

Girtiyên Fîlîstînî, ji bo sererastkirina mercên girtîgehê û azadbûna xwe, wê dest bi greva birçîbûnê bikin.

Midûrê Ofîsa Girtiyên Fîlîstînî Qadûra Fares ragihand, ji bo daxwaza mafên girtiyan, greva birçîbûnê çeka herî baş a girtiyan e.

Tê gotin, ji sala 2010'an û vir ve li girtîgehan derfeta dîtina perwerdeyê bi temamî ji holê rabûye û derfetên tedawiyê jî hema bêjin qet nema ye.