Giravên Faroe wê di sala 2018'an de çarenûsa xwe diyar bike

Giravên Faroe, ku di sala 1948'an de xweser bû, wê di sala 2018'an de referandûma destûra bingehîn a li ser mafê xwe yê serxwebûna ji Danîmarkayê pêk bîne.

Serokwezîrê Giravên Faroe Aksel Johannesen diyar kir, guhertina destûra bingehîn a li ser mafê cihêbûna welatê wan ji Danîmarkayê, wê pêşkêşî dengdanê were kirin. Johannesen da xuyakirin, ku bi destûra bingehîn re gelê Faroe dibin xwedî mafê diyarkirina çarenûsa xwe û ragihand, ev dengdan wê di 25'ê Nîsana 2018'an de pêk were.

Tevî mafên bingehîn û nasnameya neteweyî ya Faroeyiyan, di destûra bingehîn a nû de xalek li ser mafê mayîn an jî cihêbûna ji Danîmarkayê jî heye.

Partiyên Sosyal Demokrat, Lîberal û Komarger, ku hikûmeta koalîsyonê bi rê ve dibin û serkêşiya wê jî Aksel Johannesen dike, alîgirê serxwebûnê ne.

Giravên Faroe xwedî nifûsek ji 50 hezar kesî ye û di navbera Îzlanda û Skoçyayê de cih digire. Ji sala 1948'an û vir ve xwedî rêveberiyeke xweser a bi Danîmarkayê ve ye. Faroeyî yek ji gelên Skandînavyayê ne. Zimanê wan, tevî Danîmarkî weke zimanê fermî tê qebûlkirin.

Çavkaniya herî girîng a debarê ya Giravên Faroe, masîgirî ye. Ji budçeya Danîmarkayê jî her sal 650 mîlyon kron par jê re tê veqetandin. Tevî ku Danîmarka endamê Yekîtiya Ewropayê ye, Giravên Faroe li derveyî yekîtiyê ye.