Îsraîl soza bersivdayina êrîşa Îranê da

General Herzî Halevî di axaftina xwe ya li baregeha ji êrîşa Îranê zirar dîtiye de, got ku wê dewleta Îsraîlê bersivê bide êrîşên li dijî axa xwe.

PÊVÇÛNA DI NAVBERA ÎRAN Û ÎSRAÎLÊ DE

Serfermandarê Giştî yê Îsraîlî Herzî Halevî di axaftina xwe ya li baregeheke ku jî êrîşa Îranê bandor bûye de soza bersivdayîna êrîşa Îranê ya li dijî Îsraîlê da.

General Herzî Halevî serdana baregeha Nevatîm ya li başûrê welat kir û wiha got: “Dewleta Îsraîlê wê bersivê bide êrîşên bi fuze û balafirên bêmirov ên li dijî axa xwe.”

Berdevkê artêşê Danîel Hagarî jî ku di baregehê de axivî wiha got: “Ji bo parastina dewleta Îsraîlê çi pêwîst bike em ê bikin û em ê vê yekê bi awayekî guncaw pêk bînin. Em ê hilbijêrin.”

Tê payîn ku Kabîneya Şer a Îsraîlê sibê ji nû ve bicive.