Îran: Hemû êriş gihîştin armanca xwe, Îsraîl: Ji sedî 99 hatin têkbirin

Fermandarê Hêzên Çekdar ên Îranê, diyar kir ku hemû êrîşên wan ên li dijî Îsraîlê gihiştine armanca xwe. Lê Îsraîl jî îdîa kir ku ji sedî 99'ê êrîş vala hatine derxistin.

Fermandarê hêzên çekdar yên Îranê roja Yekşemê got ku êrîşên şevê din ên li dijî Îsraîlê hemû gihiştine armancên xwe. 

Li gor çapemeniya Îranê General Mihemed Baqêrî diyar kiriye ku ti navendên bajarî û aborî nebûne hedefa balafirên bêmirov û fûzeyan û diyar kir ku operasiyon "ji duh êvarê heta sibê bi serketî hatiye kirin û gihiştiye hemû hedefên xwe.”

JI REÎSÎ HIŞYARÎ

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, hişyarî da ku piştî Îran şevê din êrîşeke xurt ku mînakên wê nîne pêk anî, eger Îsraîl piştî wê ‘bêperwe tevbigere’ wê berteka welatî wî ‘hîn xurttir be.’

Reîsî di daxuyaniya çapemeniyê de kêfxweşiya xwe anî ziman û got, "Cezayê êrîşkar hatiye dayîn" û got, "Eger rejîma siyonîst an jî alîgirên wê bêperwa tevbigerin, wê bersiveke biryardar û gelekî xurttir werbigirin." 

ÎSRAÎL: JI SEDÎ 99 VALA HAT DERXISTIN

Li gorî Îsraîlê jî, sîstema parastina hewayî ji sedî 99’ê êrîşan vala derxistiye. Berdevkê artêşa Îsraîlê Tugamîral Danîel Hagarî roja Yekşemê di axaftineke xwe ya televîzyonê de gotibû, "Êrîşa Îranê vala hatiye derxistin." 

Hagarî got, "Me ji sedî 99’ê êrîşên balafirên bêmirov û fuzeyan ên li dijî Îsraîlê asteng kir" û anî ziman ku ti balafirên bêmirov yan jî fuze ‘neketine nava xaka Îsraîlê', bi tenê çend fuzeyên balîstîk ketine nava baregeha Nevatimê û bi sivikî lê xistine." Hagarî got, "Baregeh hîna di fealiyetê de ye û pîst ji bo daketin û rabûnê tên bikaranîn.