Wênekêşê Amedî Suer pêşengeha xwe diyarî Kampa Mexmûrê kir

Wênekêşê Amedî Suer pêşengeha xwe diyarî Kampa Mexmûrê kir

Wênekêşê Amedî Mehmet Masum Suer, pêşangeha xwe ya ku ji 50 wêneyên ku Amed bi dîrok û çanda xwe didenasîn pêk dihat û di çarçoveya çalakîyên çandî û hunerî yên Şaredarîya Mezin ya Amedê de li Başûrê Kurdistanê li bajarên Ranya, Silêmanî û Mexmûrê ve bû diyarî gelê Kampa Mexmûrê kir.

Wênekêşê Kurd Mehmet Masum Suer, daxuyand ku, pêşgangehên wî yên li Başûrê Kurdistanê li bajarê Ranya, Silêmanî û Kampa Mexmûrê, ji alîyê gel ve bi eleqeyek mezin hate pêşwazî kirin û ji alîyê bi hezaran kes hatîye ditin. Suer, got ku, berî ku pêşangeh herê Başûr, agahîyek vergirtiye ku li Kampa Mexmûrê arşîvek ji wêneyên wî çekirine û wêneyan di perwerdehiya zarok û ciwanan ya çandî hunerî de tên bikaranîn. Xebatên wî bi balkêşî tên şopandin. Li ser vê nûçeyê Suer, ji rayadarên ku pêşangeh biribûn Başûr xwest ku pêşangehê li Mexmûrê bihêlin.

Mehmet Masum Suer li ser xebatên xwe wiha axivî: "Dema ku min ev nûçe bihîst ez gelekî hestîyar û kefxweş bûm. Û min biryara diyarîkirina pêşangehê kir. Hevalên ku pêşangeh biribûn vê daxwaza min bi cih anîn û pêşangeh teslîmî gelê kampê kirin. Gotine ku, dê korzîyek taybet ji bo van wêneyan vekin. Ev yek ji bo min rûmet dayînek mezine. Ji alîyê din min bi pêşangeha xwe dixwest ku hem bajarê xwe Amedê bidim nasandin û hem jî gelê me yê Bakûr û Başûr bi rêya wêneyan bigihişînim hevdû û nêzîkî hevdû bikim. Bi raya min, ez gihiştim vê armanca xwe. Ji ber ku vê armanca min bi cih anîn û pêşangeha min jî vergirtin nav çalakîyên xwe, ez spasîyên xwe pêşkêşî Serokê Şaredarîya Mezin ya Amedê birêz Osman Baydemîr û Serokê Daîreya Çand û Turîzmê birêz Muharrem Cebe dikim"

Pêşangehek mezin ya Mehmet Masum Suer jî di navbera 31'ê Tebax û 3'ê Îlonê de li Amerîka li paytexta eyaleta Tennessee li Nashvilleê vebe ku ji 55 wêneyan pêk te dê vebe. Pêşangeh dê di çarçoveya Mîhrîcana Çand û Hunera Kurd ku ji aliyê Enstîtuya Kurdistanê ya Çandê ve tê amadekerin vebe. Bajarê Nashvilleê, bajarekî ku li Amerîka herî zêde Kurd lê dijîn. Sazîyên Kurdên Amerîka hewl didin ku pêşangehê li çend bajarên navendî yên Amerîkayî din bigerînin.