Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelekî destpê kirin

Serlêdanên ji bo 24. Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî destpê kirin. Serlêdan wê heta 31'ê Tebaxa 2016'an bên kirin.

Ji bo Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî, ku bi pêşengiya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK), ji sala 1993'an û vir ve weke kevneşopiyekê tê lidarxistin, serlêdanan ji 20'ê Gulanê û pê ve destpê kirin. Serlêdan wê heta 31'ê Tebaxa 2016'an dewam bikin. 

Di van serlêdanan de wê çîrok û helbestên bi zaravayên Kurmancî, Kirmanckî û Soranî yên Kurdî, bi zimanên Elmanî û Tirkî bên qebûlkirin.

Pêşbirk mîna her salê, îsal jî ji du beşan pêk tê. Di beşa yekemîn de; di navbera 20'ê Gulanê û 31'ê Tebaxê de wê berhem bên qebûlkirin. Ev berhem wê bi rêya posta û e-mailê werin şandin. Berhem wê ji aliyê jûriyên ji bo her zimanî hatin amadekirin bên nirxandin û ji bo tûra duyemîn amadekarî werin kirin. Tûra duyemîn jî wê fîlan be. Pêşbirka fînalê wê di 15'ê Cotmehê de li bajarê Kassel ê Elmanyayê were lidarxistin.

ŞERTÊN SERLÊDANÊ

Şert û mercên ji bo serlêdanê bi vî rengî ne:

"Berhem divê bi zimanên Kurdî (Kurmancî, Kirmanckî, Soranî), Elmanî yan jî Tirkî be. Pêwîste ev berhem li cihekî din nehatibe weşandin. Beşdar dikarin di beşa helbestan de bi 2 berheman, di beşa çîrokan de jî bi berhemekê tevlî bibin. Pêwîste beşdar herî dereng heta 31'ê Tebaxa 2016'an berhemên xwe tevî kurteçîroka jiyana xwe bi rêya posta yan jî e-maîlê bigihînin navnîşana hatiye dayîn.

Endamên Jûrî ev in:

"Endamên bi rûmetê: Medenî Ferho, Mehmûd Onder

Helbestên bi Kurmancî: Îkram Balekanî, Aysel Avesta Aydin, Yeko Ardil

Çîrokên bi Kurmancî: Fêrgîn Malîk Aykoç, Fevzî Ozmen, Alî Huseyîn Kerîm

Çîrok û helbestên bi Kirmanckî: Lerzan Jandil, Akman Gedîk, Zana Azadî

Çîrok û helbestên bi Soranî: Dilêr Akreyî, Pêşrew Seyîd Berzencî, Necîbe Qeredaxî

Çîrok û helbestên bi Elmanî: Emel Engîntepe, Doktor Lokman Tûrgût

Helbestên bi Tirkî: Zeynel Gul, Ozlem Aydin Guzel, Çetîn Oraner

Çîrokên bi Tirkî: Denîz Bîlgîn, Gonul Kaya, Alî Mahîr Abdîk."

NAVNÎŞAN

Berhem dikarin bi rêya posta û e-maîlê ji vê navnîşanê re bê şandin:

"Navnîşana e-mailê: [email protected] 
Navnîşana posteyê: Kurdisches Institut für Wissenschaft (Calakiya Wêjeyî ya Huseyin Celebi) Postfach 21 06 
58021 Hagen/Deutschland
BLOG: huseyin-celebi.blogspot.de."