BI DÎMEN

Li Moskowayê Festîvala Çanda Kurd a Şehîd Taylan, Jêhat û Bêrîtan

2. Festîvala Çanda Kurd a Şehîd Taylan, Jêhat û Bêrîtan bi beşdariya bi sedan Kurdistaniyan li Moskowayê pêk hat. Di festîvalê de salvegera damezrandina PKK'ê jî hat pîrozkirin.

Festîvala Çanda Kurd a Şehîd Taylan, Jêhat û Bêrîtan ku her sal li bajarekî cuda yê Federasyona Rûsyayê tê lidarxistin, îsal cara duyemîn pêk hat. Di festîvala li salona Konserê ya Mala Gel a Lûnaçerskî ya paytext Moskovayê de salvegera damezrandina PKK'ê hat pîrozkirin.

Festîvala ku ji aliyê Otonomiya Federal a Çandî û Neteweyî ya Kurdên li Rûsyayê û Komîteya Çanda Kurd ve hat organîzkirin, duh êvarê saet di 17:00 de li deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. Di festîvalê de ji bo danasîna çanda Kurd stant hatin danîn, xwarinên herêmî yên Kurdan hatin nasandin, pêşangeha wêneyan hat vekirin û konser hat dayîn.

'PKK NE TENÊ PARTIYEK E'

Siyasetmedarê Kurd Zeydîn Aslan di festîvalê de axivî û bal kişand ser girîngiya festîvala îsal a di 37. salvegera damezradina PKK'ê rast hat.

Aslan destnîşan kir ku PKK partiyeke şehîdan e û got, "Şehîd Jêhat, Taylan û Bêrîtan, sê lehengên me ne ku di dema dîlgirtina damezrînerê PKK'ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bedena xwe dan ber agir. Gelê Kurd di meşa li ser şopa şehîdan de, ji bo pêşveçûnê çalakiyên bi vî rengî diyarî wan dike. PKK di roja îro de ne tenê partiyeke, şêweyeke jiyanê ye. PKK Rêbertî ey. PKK şehîd e. PKK gel e. Ya ku PKK'ê dike PKK dilsoziya wê ye. Di rojeke bi vî rengî de, di şexsê her sê hevalên xwe yên şoreşger de em hemû şoreşgerên jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bibîr tînin."

'PKK FELSEFEYEKE KU KURDAN MEZIN DIKE YE'

Endama Koordînasyona Tevgera Jinên Kurd li Civata Dewletên Yekbûyî Nîgar Patiyeva jî got, "PKK felsefeyeke jiyanê ye ku li her qadê Kurdan mezin dike û bi pêş ve dibe. Lewma 2. Festîvala Çanda Kurd a Şehîd Taylan, Jêhat û Bêrîtan ku di 37. salvegera damezrandina PKK'ê de tê lidarxistin, watedar e."

Piştî axaftinan Koma Nûjîn bi sirûdên şoreşa Kurdistanê derket pêşberî beşdaran. Hemîdê Mecîd jî klamên dengbêjiyê got. Tevî gelek komên govendê û muzîsyenên xwecihî yên gelek herêmên Rûsyayê, Koma Sê bira, Ferman Fetî, Rozerîn, Bermal Çem û hunermend Mem Ararat, Seyda Perînçek û Mûstafa Bazîdî yên ji Bakurê Kurdistanê hatin, derketin ser dikê. Di çarçoveya bernameya festîvalê de defîleya 'Şal û Şapik' hat organîzekirin.

Şoreşgerên Kurd ên festîval ji bo bîranîna wan tê lidarxistin, Remzî Akkûş (Jêhat), Ahmet Yildirim (Taylan) û Hîkmiye Seyhan (Bêrîtan) di sala 1999'an de bi armanca şermezarkirina dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rûsyayê bedena xwe dabûn ber agir.

...