Gultekîn: Ji bo perwerdeya bi Kurdî roj roja biryarê ye

Hevserokê Akademiya Ziman a Ahmedê Xanê Sebahattîn Gultekîn diyar kir, ku divê hemû saziyên Kurdan li hev bicivin û li ser 'polîtîkaya ziman' biryareke nû werbigirin.

Hevserokê Akademiya Ziman a Ahmedê Xanê Sebahattîn Gultekîn diyar kir, ku divê hemû saziyên Kurdan li hev bicivin û li ser 'polîtîkaya ziman' biryareke nû werbigirin.

Polîtîkaya dewletê ya înkar û asîmîlasyonê ku 90 sal in li Bakurê Kurdistanê tê meşandin, dewam dike. Li Bakurê Kurdistanê, li 10 dibistanên seretayî yên bi Kurdî dersê didin, bi qasî 500 zarok perwerdeyê dibînin. Hevserokê Akademiya Ziman a Ahmedê Xanê Sebahattîn Gultekîn, astengiyên li pêşiya perwerdeya bi zimanê Kurdî û biryarên divê siyaseta Kurd di dema pêş de werbigire, ji ANF'ê re nirxand.

Gultekîn da xuyakirin ku niha 10 dibistanên wan ên cuda yên perwedeyê didin hene û got, "Me li Amed, Cizîr, Geverê dan destpêkirin, lê niha 10 dibistanên me yên cuda yên perwerdeyê didin hene. Dibistana me ya li Cizîrê, navber daye perwerde-hîndekariyê. Li Amedê 3 dibistanên me yên cuda hene; Dibistana Ferzad Kemanger, Dibistana Medenî Yildirim, Dibistana Alî Erel, li Farqînê Dibistan Hasan Yilmaz, li Wanê Dibistna Fatma Tokat, li Dêrikê, li Geverê Dibistana Dayika Eveyş, li Hezexê Dibistana Feqiyê Teyran, li Qoserê Dibistana Ferhat Qûrtay, li Nisêbîn û Cizîrê 2 dibstanên me yên cuda hene."

'HEMÛ DERSÊN LI DIBISTANÊN GIŞTÎ, DI DIBISTANÊN ME DE JÎ TÊN DAYÎN'

Gultekîn da zanîn ku niha li 9 dibistanên wan perwerde dewam dike û li van dibistanan bi qasî 500 zarok perwerdeyê dibînin. Gultekîn ev agahî da: "Me par dest bi polên 1. û 2. kirin. Materyalên me yên perwerdeyê bi Kurdî ne. Hemû dersên li dibistanan tên dayîn li dibistanên me jî hene. Em dixwazin zaravayê Zazakî jî li mufredata xwe zê debikin. Ji bo vê jî em dixwazin li Dêrsim û Çewlikê dibistanan vekin. Lê mixabin niha derfetên me guncaw nîne. Dibistan ne tenê xwendekar, mamoste û pirtûk e. Ji ber vekirina dibistanê avahî divê. Di mufredata me de dibistana seretayî 6 sal in. Taybetmendiyeke bi vî rengî ya mufredata me heye; Bi zaravayê Kurmancî pola yekemîn destpê dike, di pola 2. de jî wê di dersên weke axaftin, muzîk û wêne de bi zaravayê Kirmançkî perwerde bê dayîn. Di pola 3. de wê bi Kirmançkî perwerdeya xwendin û nivîsandinê bê dayîn. Li gorî mufredata me di nava 5 salan de şensê xwendekaran heye ku zaravayên Kurmancî û Kirmançkî xwendin û nivîsandinê hîn bibin. Li dibistanên bi zaravayê Zazakî yanî Kirmançkî perwerde tê dayîn de, wê bi heman rengî bi du zaravayan perwerde were dayîn. Em pirtûkên xwe bi xwe amade dikin. Di bin sîwana Akademiya Ahmedê Xanê de em niha pirtûkên dersan ên ji bo pola 3. amade dikin. Ji bo hemû dersan xebatên me yên cuda hene. Ji bo perwerdekaran jî xebaten me dewam dikin. Mesela pêwîstiya me bi mamosteyên dikarin ji bo pola 3. dersê bidin, heye. Ji niha ve em hewl didin vê valahiyê dagirin."

Gultekîn da xuyakirin ku perwerde karekî pir alî ye û  bal kişand ser asîmîlasyona ku gelê Kurd 90 sal in pê re rû bi rû ye.

Gultekîn got, "Em hemû dizanin ku ev sîstem li ser tinekirina Kurdan hatiye avakirin. Heta niha ji bo perwerdeya ziman bibe sazî, ti kar nehatiye meşandin. Bi tenê li Amedê, li gorî daneyên Şaredariya Bajarê Mezin 480.000 zarokên di navbera 3 û 6 salî de hene. Ji bo temamiya van zarokan şert e ku perwerde bê destpêkirin. Ji bo vê jî budçeyeke mezin divê. Bi budçeya çend saziyan re divê mirov ne li bendê bin u pirsgirêka perwerdeyê were çareserkirin. Ev yek, li her devera cîhanê weke berpirsyariyeke dewletê tê dîtin. Weke tevgera siyasî ay Kurd me li her qadê serketinên mezin bi dest xistin, lê belê ji aliyê avakirina binesaziya perwerde û ziman ve divê em xwe rexne bikin. Em çareseriya vê pirsgirêkê ji rêveberiyên herêmî hêvî dikin. Lê em dibînin ku rêveberên herêmî jî bi rîskê re rû bi rû ne. Dewlet kengî bixwaze li gorî dilê xwe ji wezîfeyê digire. Ji bo vê, divê qanûn werin guhertin.

Niha hin radibin ji me dipirsin; hûn xwedî wê hêzê ne ku perwerdeyê bidin? Hûn amade ne vî barî rain? Belê, rast e niha li Kurdistanê em niha amade ne perwerdeya destpêkê bidin, lê belê di van şert û mercan de amûrên em karibin pê tevahiya perwerdeyê bimeşînin nîne. Em dikarin bersivê bidin pêwîstiyên mufredat, mamosteyan, lê belê ji bo hilgirtina temamiya perwerdeyê budçeyeke mezin divê. Ev destpêk e. Par 3 dibistanên me hebûn, îsal bûn 10. Sala were wê bibe 30-40. Ji nişka ve zehmet e mirov sîstema perwerdeyê bi temamî bidin rûniştandin."

PÊWÎSTÎ BI POLÎTÎKAYEKE HEVPAR A ZIMAN HEYE

Hevserokê Akademiya Ziman a Ahmedê Xanê Sebahattîn Gultekîn bibîr xist ku pewerdeya bi Kurdî heta niha li Kurdistanê ji aliyê sazî û komeleyên mîna Kurdî-Derê ve dihat meşandin û got, "Lê belê perwerde ne karê komeleyan e, perwerde karekî ku divê hemû saziyên perwerdeyê bar hilgire ser milê xwe ye. Dema rewşa li gelemperiya cîhanê were nirxandin, tê dîtin ku rêveberiyê herêmî vî barî hildigirin. Yan wê saziyên perwerdeyê yê dewletê vê bike, yan jî rêveberiyên herêmî xwe bi vê berpirsyariyê rabin. Em li rewşa xwe dinêrin. Ji xwe wezaretî vî karî qebûl nake. Divê welatê ku em niha welatiyên wê ne, berpirsyariya perwerdeya welatiyên xwe bigire ser xwe. Li gorî mafê welatîbûnê divê vê bike. Lê belê helwesta dewletê li holê ye. Çi ma di destê me de? Rêveberiyên herêmî. Li rêveberiyên herêmî jî, şaredar di nava rewşa ji çarçoveya qanûnên ku zimanê Kurdan qebûl nakin de, şaredariyê dikin. Ji ber vê yekê, di rewşeke herî biçûk de jî şaredar ji wezîfeyê tê girtin. Baş e kî wê berpirsyariya vê bigire ser xwe? Kî ma? Saziyên li vê derê man. Em dibînin ku heta niha saziyên me di mijara perwerdeyê de bi têrkerî neketine bin bar. Eger ev kar radestî çend komeleyan bê kirin, encama derkeve holê ancax ev be. Ji ber vê yekê divê hemû saziyên me li hev bicivin û 'polîtîkayeke ziman' ava bikin. Ji ber ku em ne xwedî polîtîkayeke ziman in. Gelo siyaseta me li ser ziman çi difikire? Heta niha ti xebatek di vî warî de hatiye kirin, nayê dîtin. Gelo polîtîkaya ziman a rêveberiyên me yên herêmî çi ye? Di vî warî de heta niha siyaseteke me nîne, nayê dîtin."

'TI CIVAK QEBÛL NAKE KU PERWERDEYA ZAROKÊN XWE RADESTÎ CIVAKEKE DIN BIKE'

Gultekîn destnîşan kir, ku li gelemperiya cîhanê hemû civak zarokên qewmê xwe ne û axaftina xwe bi vî rengî bi dawî kir: "Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan di axaftineke xwe de wiha dibêje: 'Ti civak qebûl nake ku perwedeya zarokên xwe radestî civakeke din bike'. Di vê mijarê de girîng e em li ser vê bifikirin. Pêwîste em bi lezgînî polîtîkaya xwe ya perwerdeyê zelal bikin. Divê em êdî ji raya giştî re ragihînin ku em dixwazin bi zimanê xwe bijîn. Ji bilî vê şenseke me nîne."

...