Di Mîhrîcana Cannesê derhênerên jin tune ye

Di Mîhrîcana Cannesê derhênerên jin tune ye

Mîhrîcana Fîlman a Cannesê ku îro dest pê dike 22 fîlm ji bo Palmiyeya Zêrîn dikevin pêşbirkê û ya balkêş ew e ku derhênerên hemû fîlman mêr in. Vê yekê rê li ber bertekan vekir û komeke derhênerên jin ji ber tunebûna jinan rexneyên zayendê kirin.

Mîhrîcan îro bi fîlmê MOonrîe Kîngdom yê derhênerê DYA’yê Wes Anderson vedibe. Lîstikvanê sereke yê fîlm Bîll Murray e.

Bi gitşî 22 fîlm dikevin pêşbaziyê. Lê ji ber ku di nava wan de derhênereke jin tune, bû sedema bertekan. Heta niha tenê yek derhênereke jin Jane Campîon xelata Palmiye wergirtibû. Ev jî sala 1993’an de bû.

Komeke jinên derhêner ji Rojnameya Frensî Le Monde re nameyek aşkere şandin û tunebûna jinan rexne kir.

Di nameyê de hate destnîşan kirin ku gelek fîlmên girîng ku yek j ivan Baîse Moî ye bi îmzeya derhênerên jin Fanny Cottencon û Vîngînîe Despentes hatine çêkirin. Di mîhrîcanê de hemû fîlm derhênerên wan mêr in. “

Ji rayedarên mîhrîcanê Thîerry Fremaux jî der barê mijarê axivî û hilbijaritinên ku kirine jî dîsa parast û got: “Tu fîlmê ku heq nake, nayê hilbijartin. Ji ber vê jî ji bo ku derhênerên wan jin in em nekarin hilbijêrin.”

65’emîn Mihrîcana Filman a Cannesê ya li bajarê Cannes a Franseyê bi nîşandana filmê derhênerê Amerîkayî Wes Anderson ê bi navê "Moonrise Kingdom" îşev dest pê dike.

Dê di mihrîcanê de 22 film ji boPalmiyeya Zêrîn bikevin pêşbaziyê, derhêner û lîstikvanê Îtalî Nanni Moretti serokatiya juriya mihrîcanê dike. Derêhner û lîstokvana Filistînî Hiam Abbas, derhênera Ingilîz Andrea Arnold, lîstikvana Frensî Emmanuelle Devos, lîstikvana Alman Diane Kruger, derhênerê Îngilîz Ewan Mc Gregor, derhênerê DYA’yî Alexander Payne û derhêner û çêkerê Haitîyî Raoul Peck di juriyê de cih digirin.

Navê film û derhênerên bikevin pêşbaziyê wiha ne:

De Rouille et D'os (Jacques Audiard), Holy Motors (Leos'un Carax), Cosmopolis (David Cronenberg), The Paperboy (Lee Daniels), Killing Them Softly (Andrew Dominik), Realty (Matteo Garrone), Love (Michael Haneke), Lawless (John Hillcoat), In Another Country (Hong Sangsoo), Taste of Money (Im Sangsoo), Like Someone In Love (Abba Kiarostami), The Angels Share (Ken Loch), In The Fog (Sergei Loznitsa), Beyond the Hills (Christian Mungiu), Baad el Mawkeaa (Yousry Nasrallah), Mud (Jeff Nichols), Vous N'avez Encore Rien Vu (Alain Resnais), Post Tenebras Lux (Carlos Reygadas), On the Road (Walter Salles), Paradise: Love (Ulrich Seidl), The Hunt (Thomas Vinterberg).