Derhênera ciwan Akyol dê gerîla Gulîstanê vebêje

Derhênera ciwan Akyol dê gerîla Gulîstanê vebêje

Derhênera ciwan ya xelatkirî yê Kanedayê Zayne Akyol, di belgefîlma xwe ya nû de gerîlayeke jin a Kurd dê vebêje. Akyol di belgefîlma xwe de gerîla Gulîstan ku sala 2000’an de pevçûneke bi artêşa tirk de jiyana xwe ji dest da, vedibêje.

Zayne Akyol ku li Kanedayê dijî projeya xwe ya nû “Welatê Gulan: Navê min Gulîstan e’ ji ANF’ê re vegot. Pêşî ji Gulîstanê dest pê dike: “Min di zarokatiya xwe Gulîstan nas kir. Li Kanedayê demek jiyabû. Di sala 1991’ê de ez dema 5-6 salî bûm min ew weke xwişka xwe dît. Pir ji min hez dikir. Her roj dihat mala me. Ez pir hînê wê bûm. Çend rojan min li ser hev dît. Piştre min qet nedît. Ez neçar bûm hînê tunebûna wê bibim. Sedema tunebûna wê jî min qet nedikarî şîrove bikim.”

Akyol ku dema zarok û sedema wendabûna Gulîstanê dixwest hîn bibe, niha jî bo bersiva çima Gulîstan çû çiyê, biryar da belgefîlmekî amade bike.

Derhêner Zayne Akyol der barê xebata xwe ya belgefîlm de wiha got: “Min bi bav û pismamê Gulîstanê re li Stnbolê hevdîtin pêk anî. Min bi xizm û hevalên wê re ku bi wê re axivî. Der barê Gulîstanê de hin tişt di hişê min de mabûn, lê min careke din jî Gulîstanê ji wan guhdarî kir. Lê ji bo min ya herî girîng ew e ku ez wê ji hevalên wê yên gerîla guhdarî bikim. Min demek berê ev plana xwe pêk anî. Min li çiyê bi hevalên Gulîstanê re hevdîtin pêk anî

JI BO BELGEFÎLM BI GERÎLAYAN RE HEFTEYEK...

Akyol di hevdîtina ya xwe ya gerîlayan re wiha got: “Gerîlayan mêr em pêşwazî kirin. Dema biyaniyek bê ew pê re eleqeder dibû. Bi înglîzî diaxivî. Ji me pirsî got hûn dixwazin çiqas li vir bimînin. Me jî got em hema çiqas man. Lê gotin ew rojek-du rojan dikarin destûrê bidin. Di wê navberê de gerîlayek jin hat. Navê wê Bêrîtan bû. Bêrîtan got gerîlayên jin dê biryara vê bidin û ji bo hefteyekê destûr dan me. Vê hewldanê bala me pir kişandibû.”

BI SAYA WAN MIN PROJEYA XWE PÊK ANÎ

Akyol da zanîn ku li çiyayê di dema kişandina dîmen û hevdîtinan de her gerîlaya ku didît dişiband Gulîstanê û wiha pê de çû: “Hem jiyana wan hem jî hêviya rûyê wan Gulîstan anîn bîra min. Li herêmeke nêzî Qendîlê, ez bi 10 gerîlayan re hatim cem hev. Behsa enerjî û morelê Gulîstanê kirin. Behsa jîrbûn û biryarbûna wê dikirin. “

JÎRBÛNA WAN EM DAN ŞERMÊ

Zayne Akyol destnîşan kir ku jiyana gerîlayan bandoreke mezin li ser wê kiriye û ev belgefîlm jî li ser vê berfireh kiriye û wih agot: “Min dît ku her gerîlayek rojnivîskê dinivîse. Min yên hinekan girt. Me xwest em jiyana wan jî bixin belgefîlm. Gerîla pir zîrekin. Kamereya me li wir xera bû. Wê demê tu tiştek ji destê me nedihat. Em xemgîn bibûn. Lê gerîlayekê kamereya me tamîr kir. Ew ji tiştekî biçûk karên mezin derdixin. Em guhdarî dikirin. Em cidî digirin. mirov ev ferq dikir.

ZAYNE AKYOL KÎ YE?

Di 3 saliya xwe de sala 1991’ê de çûne Kanedayê. Li bajarê Montreal jiyaye. Li Zanîngeha Quebec perwerdeya xwe temam kiriye. Perwerdehiya xwe li heman zanîngehê di lîsansa bilind de didomîne.

Di sala 2009’an de bi fîlmê xwe yê bi navê ‘Îsmînaz’ xelata Juriyê ya Radîo Canada Internatîonal girt. Salek şûn de bi fîlmê xwe yê kurte yê bi navê ‘navbera du ewran’ di mîhrîcana Vîdeastes Recherche xelat juriyê girt. Heman fîlm di pêşbirka Les Rendez-vous du cinéma québécois' fîlmê herî baş yê xwendekaran hate hilbijartin.

Mîhîranên ku tevlî bûye:

-Mîhrîcana fîlm a Abu Dhabi, 2010

- Mîhrîcana fîlm a Favorites Berlîn, 2011

- Festv'Elles de Montréal, 2011

- Festîvala fîlm a Favourites Berlîn, 2011

- 18th Women Make Waves Film Festival in Taiwan, 2011

- FIKE- Evora International Short Film Festival, Portugal, 2011

- Kurdisches Filmfestival Berlin, 2011

- Duhok International Film Festival, Iraq, 2011