Ciwanên Kurd li Bonnê kom dibin

Ciwanên Kurd li Bonnê kom dibin

Tevgera Ciwanên Kurd Komalên Ciwan a li Ewropayê, her sal wek kevneşopiyeke mîhrîcanên ciwanan li dar dixe. Di çarçoveya mîhrîcanan bi dirûşmeya ‘Azadiya Serokatî Azadiya me ye, an Azadî an Azadî’ de, ciwanên Kurd dê li bajarê Bonnê li hev kom bibin.

30’ê Pûşperê li bajarê Bonn a Almanya Sportpark Pennenfeldê 15. Mîhrîcana Spor, Çand û Ciwanan a Mazlûm Dogan ji bo bîranîna endamê Konseya Rêvebir a KCK’ê û Koordînasyona Komalên Ciwan Emrah Bayer(Baz Mordem) ku par di operasyoneke li çiyayê Katoyê de jiyana xwe ji dest dabû tê lidarxistin. Mihrîcan demjimêr di 10.00 de dest pê dike.

Di mihrîcanê de di gelek beşên sporê de pêşbazî dê pêk bên. Yek ji çalekgerê greva bîrçîbûnê a ku li bajarê Strasbourga Fransayê hatibû destpêkirin, rojnamevan û nivîskar Fuat Kav axaftineke bike.

Di mihrîcanê di beşa hunerê de jî Koma Çarnewa, Grup Munzur, Hozan Jala, Bengî Agirî û Jan Jiyan derkevin ser dikê.

1’ê Tirmehê li bajarê Basel a Swîsrê Sportplatz Rankhofê 7. Mîhrîcana Spor, Çand û Ciwanan a Hasan Kiziler dê bê lidarxistin. Di mihrîcanê de di gelek beşên sporê de musabaka bin çêkirin. ji BDP’ê parlementerek ji wek axaftvan beşdar bibe.

Di konsera girtinê de jî hunermend Rotînda, Rêzan, Sipan Xelat, Nûarîn, Bengî Agirî, Delîl Tofan û koma hunermendên ciwan bi stranên xwe rengê bidin mîhrîcanê.