PJAK di temenê xwe yê bîst salî de

Bîst sal di ser damezrandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê re derbas dibe. Di van bîst salan de PJAK bûye xwedî raboriya têkoşîneke mezin.

Bîst sal di ser damezrandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê re derbas dibe. Di van bîst salan de PJAK bûye xwedî raboriya têkoşîneke mezin. Sedan şehîdên leheng û canfeda, sedan gerîla û sed hezaran dost û alîgir û gelê welatparêz di van bîst salên têkoşîna azadîxwaz a gelê me de bûye para PJAK’ê.

PJAK’ê di demekê de damezrandina xwe ragihand ku hêzên hevpeyman  bi serkêşiya Amerîkayê di sala 2003’yan de rejîma Sedam Hisên rûxand û Sedam Hisên piştî pêvajoya mehkemekirinê hate bidarvekirin. Gelek navendên siyasî û partî û kesayetiyan digot ku piştî du sê hefteyên din Amerîka dê êrişî Îranê jî bike û wê rejîmê jî wekî rejîma Sedam Hisên ji nav bibe. Lewma di rewşeke wiha de li şûna ku ruhê têkoşînê û xurtkirina rêzên têkoşînê pêşve bibin, li şûna xwe sekinîn û bi giştî ketin bendewariyê û xewna wê yekê dîtin ku dê di siberojê de ew ê jî wekî aliyên siyasî yên başûrê Kurdistanê û Iraqê vegerin rojhilatê Kurdistanê û Îranê, ew ê vegerin ser sifreya hazir û her yek ji wan herêm û girek dê bibe para wan û ew ê ji xwe re bikin vîlla û hotel û motel û bibin axa li ser gel. Ew xewnên fantazî wekî ku li hêviyê bûn, pêk nehatin. Gava ku dîtin ku hêviyên wan wisa zû pêk nayên, her yek wekî aliyên siyasî yên Iraq û başûrê Kurdistanê xwe dan tenişta wan hêzan ku qaşo bi rejîma Îranê re nakok in.

Ji aliyê din ve gelek hêzên navxweyî yên Îranê bi navê eniya reformê ku propagandaya diyaloga şaristaniyetan û mafên neteweyên cuda yên nav Îranê dikirin, ew jî wekî wan hêzên din ên derveyî Îranê ji ber nêzîkbûn û lihevkirina rejîma Îran û Amerîkayê hatin vederkirin.


Rejîma Îranê wek yek ji hêzên mezin ên Rojhilata Navîn li gel dewletên din ên Rojhilata Navîn wekî Tirkiye, Sûriye û Iraqê xwestin li aliyekî bi dirêjkirina demê û li aliyê din bi rêbazên cuda û hin caran jî bi rêyên hevbeş û bi tetbîqatên xwe yên leşkerî rê li ber Amerîka û hevpeymanên wê birîn û heta ku ji wan hat astengî li ber wan hêzan çêkirin ku Amerîka û hevpeymanên wê wisa bi rehetî û di demeke kurd de plan û projeyên xwe li Iraq û li Rojhilata Navîn cih bi cih bikin. Ji ber vê yekê Amerîka û hevpeymanan her çend salan carekê bi navên cuda wekî “Iraqa demokratîk, Projeya Rojhilata Navîn a Mezin û Projeya Rojhilata Navîn a Nû” hewl dan plan û bernameyên xwe cih bi cih bikin. Ew proje û plan ji hêla naverokê ve cudahiyeke wan a girîng tune bû,  hemû yek bûn û tenê navê wan cuda bû.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) di germegerma vî şerî û van nakokî û aloziyên siyasî de di sala 2004’an de wek partiyeke nû bi rê û rêbaz û fikir û felsefeyeke nû damezrandina xwe ragihand û ji bo ku gelê me li rojhilatê Kurdistanê wek gelekî mafên xwe yên rewa bi dest bixe û di nav Îraneke demokratîk de li gel gelên din ên Îranê bi awayekî azad bijî, dest bi xebatê kir û mafê parastina rewa bi kar anî.

PJAK’ê bi xwendina mantiqî ya rewşa cîhan û Rojhilata Navîn û Îran û rojhilatê Kurdistanê ragihand ku ew ê di têkoşîna xwe ya azadîxwaziyê de ji bilî hêza xwe ya gewherî û piştgiriya gel pişta xwe bi tu hêzeke derveyî û herêmî girê nede û li ser vê bingehê bîst sal in bê navber têkoşîna xwe didomîne.

Piştî bîst salan ew xwendina PJAK’ê ya ji bo rewşa cîhan û herêm û rewşa navxweyî ya Îranê û rewşa gelê me li rojhilatê Kurdistanê hat dîtin ku çi qas rast e. Ew hêzên ku li hêviyê bûn ku Amerîka û hêzên hevpeyman rejîma Îranê ji wan re birûxînin û xewna kursî û desthilatdariyê didîtin, îro ji ber lihevkirina Amerîka û rejîma Îranê piraniya hêzên Kurdî û Îranî hatin bêçekkirin yan jî ji Iraq û Rojhilatê Kurdistanê hatin derxistin. Lê belê PJAK careke din li ser heman bingeha têkoşerî û hêza xwe ya gewherî di çeperên têkoşînê de zindîtir e û li rojhilatê Kurdistanê bi ruhê şoreşa jin, jiyan, azadiyê avakirina neteweya demokratîk û Kurdistaneke azad  û Îraneke demokratîk pêşve dibe. Lewma jî ew armanc, pîvan û prensîbên ku PJAK di sala 2004’an de li ser hatibû damezrandin, îro jî û di siberojê de jî dê dest ji wan neyê berdan. Li ser vê bingehê bîstemîn salvegera damezrandina PJAK’ê li Rêber Apo, li malbatên şehîd û gerîlayên rojhilatê Kurdistanê û Îranê û li têkoşer û dost û alîgirên PJAK’ê û li gelê me yê welatparêz û li azadîxwazên Îranê pîroz be.