ÇAVDÊRÎ

Piştî serdana Sudanî ya li Şengalê tevgera balafiran zêde bûye

Ji dema serdana serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî û vir ve li ser Şengalê tevgera balafirên bêmirov û şer kêm nebûne.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî di 4’ê Adarê de tevî şandeyekê cara yekem piştî ku bûbû serokwezîr hatibû serdana Şengalê. Sudanî di seredana xwe de gelek soz dan gel û civaka Şengalê, lê qet behsa êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser gelê Êzidî û hêzên wê nekir.

EV SERDANÊN RAYEDARÊN IRAQÊ ÇI BI XWE RE TÎNE?

Di 16'ê Tebaxa sala 2021'an de Serokwezîrê wê demê Mistefa Elkazimî serdena Şengalê kiribû û şandeyek ji Yekîneyên Berxwedana Şengalê ji bo hevdîtinê hatibû vexwendin. Lê dema Fermandariyê YBŞ’ê berê xwe da hevdîtinê, rastî êrîşa balafirê bêmirov a dewleta Tirk a dagirker hatin û di encamê de Fermandarê YBŞ'ê Seîd Hesen Şehîd bû.

Îsal jî piştî serdana Serokwezîrê Iraqê Sudanî, tevgerke ne asayî ya balafirên bêmirov û şer li esamanê Şengalê pêk tên û ji dema serdanê heta niha Şengal 2 caran rastî êrîşan hatiye û di encama van êrîşan de endamê Saziya Malbatên Şehîdan û şervanekî YBŞ'ê Şehîd bûn.

DEWLETA TIRK BÊ AGAHIYA IRAQÊ TU ÊRÎŞ PÊK NAYÎNE

Di demên dawî de bi dehan êrîşên dewleta Tirk li ser axa Iraqê û bi taybetî jî li ser Şengalê û heremê pêk hatine. Di encama van êrîşan de bi dehan kes şehîd bûne û bûne qurbanî. Eger dewleta Iraqê û bi taybetî jî Saziya Îstixbarata Iraqê (Emin Wetenî) bi dewleta Tirk re nebûya alîkar, dewleta Tirk ne dikarî bi hêsanî van êrîşan pêk bianîba. Her wisa Serokê Bergiriyê yê Tirkiyeyê ji berpirsê Emin Qewmiyê Iraqê Qasim El Arecî xwestiye ku hîn bêhtir karibin bi dewleta Tirk re bibin alîkar da ku êrîşên xwe li ser heremê bidomînin.

LI HEVKIRINÊN LI SER HERÊMÊ WÊ ÇI BI XWE RE BÎNE?

Ev demeke dirêje trafîkek ne asayî di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikûmeta Iraqê de heye. Beriya du rojan şandeya şer a Tirk li gel rayedarên  Iraqê rêze hevdîtin pêk anîn. Dewleta Tirk weke ku Iraqê hemû daxwazên wê pejirandibe û ketiye meriyetê nîşan da. Lê hikûmeta Iraqê weke seredanek asayî ya du welatên cîran girte dest û heta di nava raya giştî ya Iraqê de jî weke tiştek ji rêzê hat dîtin. Lê îhtîmal heye ku li pişt perdê gelek lihevkirin pêk hatibin ku ev yek dê zirarê bide civaka Iraqê.

Ger Iraq xwestekên dewleta Tirk pêk bînin, wê di nava du salan de beşekî mezin ji axa Iraqê were dagirkirin û ji xwe ev xwestek jî yên dewleta Tirk ê bi salane ku carek din sînorê Misaqî Millî bixe bin kontrola xwe de.