ENKS an PDK-S? - NÛ BÛ

PDK dema ku PDK-S rûnenişt dîsa navê ENKS'ê hilda.

Bi min tevliheviyeke navan heye. Ji ber vê min sernava ENKS an PDK-S danî. Hê jî gelek kes û derdor ENKS dibêjin. Ji ber ku PDK wiha dixwaze wiha tê gotin. Lê di rastiyê de PDK'ê bixwe ENSK betal kir û ji çar partiyên ku jê mayin PDK-S ava ki, Siûd Melle jî danî ser. Dema ku PDK-S xwe negirt û ti rewatiya wê çênebû navê ENKS dîsa xebitan û da xebitandin.

Baş e, ENKS û PDK-S çiye, kengî hatine avakirin? Baş e ku mirov kurtedîroka vê zanibe. Dîsa van rojên dawî xwe dike rojev.

Sala 2011'an pêşî li Tûnis û piştre li Misrê û Libyayê gel rabû ser piyan, dîktatorên Tûnis û Misrê û rêveberiya Libyayê piştî ku hate hilweşandin rûdanan xwe gihande Sûriyê.

PDK'ê ji berê ve li Rojava û Sûriyê rêxistiniya xwe kiribû. Lê ji ber ku ji daxwazên gel re nebû bersiv û ji ber têkiliyên xwe yên bi rejîma Beas a Suriyê re ti caran li nav gelê Rojava rêxistiniya ku diwest bi dest ve neanîn. Ji ber ku gelê Rojava li dijî rejîma Beas xwedî helwesteke tund bû. Têkiliyên PDK'ê jî bi rejîma Beas re xweş bûn. Mînaka vê ya herî xweş jî Mahmûd Gergerî ku nûneriya PDK'ê ya Sûriyê û Rojava a PDK'ê 30 salî kirî, têkiliya wî ya bi Muhammed Mansûra re bû ku Mansûra Berpirsê Îstîxbarata pêşî ya Cezîrê ya rejîma Baas bû ku bi navê Ebû Casim dihate naskirin. Li gel vê jî, gelekên ku bi navê partiyê bûn lê di rastî de mirov nikarîbû ji wan re partî bigota û ne xwedî girseyekê bûn, ji roja ku ava bûyin heta niha yek kongre nekirin heûn. Dema ku çalakiyên gel li Sûriyê jî çêbûn li Rojava alîgirên PYD'ê ku li Rojava yên herî xweş rêxistinî bûn tevgeriyan. Pêşî bi navê TEV-DEM'ê Tevgera Civaka Demokratîk hate ragihandin. Lê piştî wê bi demeke kurt Meclîsa Gel a Rojava hate ragihandin. Mesûd Barzanî yê ku ev rewş dîtî bang li wan partiyên li Rojava yên xwedêgiravî bi ser wî ve bûn û hin jê bi ser YNK'ê ve bûn,ku avaniyeke hevpar deynin. Barzanî 26'ê Cotmeha 2011'an ENKS da avakirin, bi tevlêbûna hin avanî û kesayatan û 13 xwedêgiravî partî û rêxistinên civaka sivîl ENKS da avakirin.

Dema ku PDK bi avakirina ENSK mijûl bû Meclîsa Gela Rojava û TEV-DEM'ê gavên pêşî yên şoreşê danîn. Pêşî hêzên rejîma Beas ji Kobanê hatin derxistin. Piştre li EFrîn, Dirbesiyê, Amûdê û Dêrikê hêzên rejîmê hatin derxistin.PDK dema ku ev rewş dît bi lezgînî bang li partiyên nav ENKS'ê kir ku bi lezgînî li Hewlêrê konferansê bikin. Dİ wê konferansê de wê nexşereya ku ev partî bikin ji wan re bihata vegotoin .Ji ber ku wê demê li sefaretxaneya Hewlêrê ya tirkiyê hin belgeyên bi sernavê 'xef' hatin bidestxistin. Di wan belgeyan de hin ferman hebûn ku divê şoreşa Rojava neyên askirin, sazî û kesên ku şoreşê dikin bêna reşkirin, di ser3i de PYD, pêkhateyên siyasî bi rêbaza şerê taybet werin reşkirin.

Dema ku PDK'ê bang li wan partiyên nav ENSK'ê kiribû, hê salek di ser re derbas nebûbû hijmara wan bûbû 17. 17 partî dema ku ji Rojava derketibûn û ji sînorê Başûr derketibûn, li ser sînor Partiya Azadî ya Mustafa Osê bûbûn du partî, bi vî rengî heta ku gihaştibûn Hewlêrê hijmara partiyan bûbûn 18. PDK'ê PYD venexwendibû xwedêgiravî vê konferansê. Roja dawî weke ku wê vexwîna tevgeriya lê PYD'ê ev qebûl nekir û got ew konferanseke wiha nas nake.

Wê demê di navbeyna Tevgera Azadiya Kurd û PDK'ê de jî hin hevditin hebûn ku di PDK û partiyên Rojava bi hev re tevbigerin. Piştî hevdîtinan ENKS û MRGK Meclîsa Gel a Rojava li hev kirin. 25'ê Tîrmeha sala 2012'an Konseya Bilind a Kurd hate avakirin. Wê ji du avaniyan 5 kes tevlî Konseya Bilind a Kurd (KYK) were kirin. Û her wiha kesekî serbixwe jî wê di rêveberiyê de cih bigirta. Bi vî rengkî wê hijmara Konseya Bilind a Kurd ji 11 kesan pêk hat.

PDK dema ku dît ENKS her ku diçe bêkêr dibe, di nav ENKS de, Partiya Azadiyê ya Mustafa Cuma û Mustafa se ku tam bi ser wî ve bûn û El Partî ya Evdilhekîm Beşar û Partiya Yekîtî ya Fuat Elîko û Brahîm Biro bi navê 'Yekîtiya Siyasî'' anî cem hev .Bi çar partiyên ku wî ava kirî hizba bi navê ENKS'ê hate avakirin.

Ev yekîtî kanûna sala 2012'an bi danezaneke bi navê ENKS'ê yekîtiya xwe ragihand û ragihand heta ku ENKS û MRGK di nav xwe de li hev nekin ew ê biryarên KYK'ê nasnekin.

Armanca PDK'ê ew bû ku Konseya Bilind a Kurd hilweşînin. Lê bi daxwaza Ehmed Sİlêmanî yê ji Partiya Pêşverû ku di nav ENKS'ê de bû lê di Konseya Bilind a Kurd de berdevkî dikir, KYK'ê demeke dî jî domand.

ENKS'ê xwest ku Çileya 2013'an li Qamişlo kongreyekê bike. Li Kongreyê dema ku gelek partiyan ji ENKS'ê hesab xwestin tevlîhevî çêbû. Dîsa bêyî ku rêveberiya nû were diyarkirin kongre belav bû. Bi vê re nakokiyên nav ENKS'ê zêdetir bûn. Serê sala 2014'an dema ku Rêveberiya Xweser û kanton hatin ragihandin, gelek partiyên li nav ENKS'ê tevlî nav Rêveberiya Xweser bûn. Bi vî rengî ENKS feşkilî. PDK ya ku ev dîtî dîsa rêveberiya Rojava û ENKS li Duhokê hatin cem hev, hewl da ku lîstikên xwe yên ENKS'ê û Rojava bidomîne.

Ji vê re gotin pêvajoya veguherîna nû. Lê ji çar partiyên nav ENSK'ê ti yekê ji wan peymana bi navbeynkariya PDK'ê ya li Duhokê qebûl nekir. Ev partî ji hêla PDK'ê ve hatibûn destekkirin û ew li nav ENKS'ê rêxistinî kiribûn. Ji ber vê ji vê pêvajoyê tiştek derneket. Wê demê Vîfak, El Partî ya Nisrettîn Ibrahîm, Partiya Çepgir a Mihemed Mûsa û Partiya Peşverû ya Hemîde Hecî Derwêş ji bo ku xwestin pêvajo bidome, PDK'ê ew ji nav ENKS'ê avÊtin. Bi vî rengî li nav ENKS'ê çar partî mman ku PDK'ê sala 2012'an rêxistiniya wan kiribûn, ku ev jî partiya Azadî ya Mustafa Cuma û Mustafa Osê, ya Hekîm Beşar El Partî, ya Fuat Elîko û Ibrahîm Biro Yekîtî Bûn. PDK'ê îsal ev partî anîn cem hev û PDK-S ava kir. Siû Mele jî danî ser.

Partiyên nav ENKS'ê, dema ku têkoşîn û destkeftin dîtin ji ENKS'ê dûr ketin û di nav ENKS'ê û TEV-DEM'ê de cih girtin. 14 partiyên ku di serî de ENKS ava kirin niha li nav Rêveberiya Xweser in û di nav PYNK'ê de ne. PDK'ê ji çar partiyên ku ji ENKS'ê mayin PDK-S ava kir û û ENKS betal kir. Lê dema ku dît ti rewatiya PDK-S'ê nîne, fêhm kir ku wê şûna ENKS'ê negire dîsa navê ENKS'ê bi kar anî. Weke ku ENKS hebe tevgeriya û Ibrahîm Biro anî ser. Lê di rastiyê de ti avaniyeke wiha nîne. Lê PDK tenê navê wê bi kar tîne û weke ku tiştekî wiha hebe destnîşan dike. Ji bo ku mirovan û hêzên navnetewî bi vê bide bawerkirin navê du partiyên di nav PDK-S2ê jî lê dîtn û bi vê wiha nîşan dide weke ku ENKS hebe.

ENKS ji bo ku li nav wê koalîsyona netewî ya Sûriyê ku rêxistina Stenbolê û RTE ye, PDK ji bo ku wê tim derdixe pêş li qada navnetewî tê zanîn. PDK dema ku ENKS feşkilandî weke ku bi vê nizanîbû. Ji ber vê jî li gel ku rûxand jî bi vê histiya û dîsa ev nav bi kar anî.  Hewl dide ku mirovan û hêzên navnetewî bi vê bide bawerkirin .Hin Kurd jî dema ku vî navî bi kar tînin têne lîstika PDK'ê. Belkî jî kes, partî û rêxistinên civakî dikarin bi xweşî vê mijarê ronî bikin. Niha piraniya van derdoran li nav pergal Bakur-Rojhilatê Sûriyê cih digirin. Heke bi rastî jî wê behsa hebûna ENSK'ê were kirin, yên ku niha li bin sîwana PYNK'ê û Rêveberiya Xweser xebatan dikin nasnameya wê rast wê derkeve. Serokê wê yê niha Mesûd Barzanî û PDK'ê ye ku temsîla xanedania Barzanî dikin. Ango PDK bi rengekî fermî û fiîlî bi navê ENKS'ê dixwaze li dijî Rêveberiya Xweser li Bakur-Rojhilatê Sûriyê rêxistiniya xwe bike. Hevdîtinan û hêzên ku navbeynkariya vê dikin ji bo desteka li vê rêxistiniyê bi kar tîne .Di serê van hezên destekê de desthilata faşîst a AKP/MHP û çeteyên wan ên dagirker tên.