Çirûska destpêkê ya ber bi jiyaneke nû ve

Bi sedan şopdarên riya Egîd û Mazlûman soza şopandina riya wan dane û soza azadkirina Kurdistanê dane, wê tu carî ala Egîd û Mazlûman danekeve wê di asîmana Kurdistanê de her tim bilind be û biheje.

Di efsane û destanên Kurdan de ku her tim li dijî desthilatdariyê serî rakirin, gelek mêrxaz derketine pêş. Mêrxaz ji bo ku gelên xwe ji bindestiya desthilatdariyê rizgar bike canê xwe feda dikin, bi xwîna xwe jinûve dîrokê dinivîsînin, dîroka ku çavên xwe ji vê berxwedaniyê girtî bi berxwedaniya Mazlûman, Egîd, Rehşanan jinûve vê dîrokê îspat dike.

Ji dema şehadeta şehîd Mazlûm Dogan heta şehadeta fermandarê Tevgera Azadiya Kurdistanê Egîd, ji wê demê re hefteya Qehremantiyê tê gotin. Şehîd Egîd ku bi guleya xwe ya destpêkê şitla azadiyê jinûve geş kir û jiyaneke nû ji gelê Kurd re ava kir.

Berxwedaniya ku şehîd Egîd di 15’ê Tebaxê de kirî hişt ku gelê Kurd kefenê mirinê biqetîne. Gelê ku jê re digotin me li ser wan baton kir û êdî gelê Kurd tune ye bi saya berxwedanî, têkoşîn û îradeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocelan ev gel li dijî koletiyê serî hilda û bi berxwedaniya fermandar Egîd vî gelî beton şikand û berê xwe da çirûska jiyana nû.

Şehîd Egîd (Mahsûm Korkmaz) di şerê li dijî dagirkeriyê de mîrateyek mezin li pey xwe hişt. Mahsûm Korkmaz ku ji Farqîna bi ser Amedê ve ye, bi riya Mazlûm Dogan Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike.

Hefteya qehremantiyê ku bi berxwedaniya lehengan, destan û efsane tê nivîsandin, çawa ku Mazlûm Dogan bi bedena xwe agirê Newrozê geş kir û li dijî desthilatdariyê got, ‘teslîmiyet ber bi îxanetê ve, berxwedanî ber bi serfiraziyê ve dibe’ û bi vê ruhê, pergala desthilatdariyê hat hilweşandin û erşê wan têk çû.

Pêşengên PKK’ê di 21’ê Adarê û 28’ê Adarê de ku di rûpelên dîrokê de berxwedanî nivîsandin û jiyaneke nû da avakirin, bi vê berxwedaniyê û bi vê ruhê ji wê kêliyê heta roja îro Tevgera Azadiya Kurdistanê didome û berxwedanî, têkoşîn û azadî jî didome.

Şehîd Egîd ji qirkirina Kurdan re dengek bû, wî gelê Kurd ji xewna salan hişyar kir, ew bû nasnameya gelê Kurd û destpêka jiyaneke nû. Guleya ku li Erûhê teqiyayî deng da tevahî Kurdistanê û bi xwe re leheng û berxwedêr hişyar kirin.

Vaye Egîd bi berxwedaniya xwe destan nivîsandin û bû mînak, bi sedan şopdarên riya Egîd û Mazlûman soza şopandina riya wan dane û soza azadkirina Kurdistanê dane, wê tu carî ala Egîd û Mazlûman danekeve wê di asîmana Kurdistanê de her tim bilind be û biheje.