Pêşengeha '2+2=KRDSTN' bi dawî bû

Pêşengeha '2+2=KRDSTN' ku di 28'ê Nîsanê de deriyên xwe ji mêvanan re vekir, piştî konsera muzîkê bi dawî bû.

Konferans, panel, çalakiyên hunerî û çandî yên ku di Mijdara sala borî de ji aliyê 'Komîteya Bîranîna Salvegera 100’emîn a Lozanê' (Lozan 2023) ve hatibûn destpêkirin, bi dawî bû. Pêşengeh bi berhemên hunermendên ji 4 parçeyên Kurdistan û Ewropî yên di warên cuda (vîdyo, performans, wêne, sazkirin, resim) de li bajarê Lozanê yê Swîsreyê hatibû lidarxistin.

Pêşengeha ku sê heftiyan berdewam kir, îro bi muzîkê bi dawî bû. Beriya konserê Serdar Mûtlû, spasiyên xwe pêşkêşî kesên keda pêşengehê kirine kir.

Piştre Sevgî Koyuncu axivî û got: “

Li ser navê Komîteya Lozan 2023’an Sevgî Koyuncu, silav li beşdaran kir û bi bîr xist ku di çarçoveya 100’emîn salvegera Peymana Lozanê ya sala 2021’an de dest bi çalakiyan kirine û wiha got: “Me sê hefte berê di çarçoveya 100’emîn salvegera vê pêşangehê de vekir. Em îro gihiştin dawiya pêşengeha  2+2=KRDSTN. Wê çalakiyên me yên di çarçoveya sala 100’emîn berdewam bike.”

Piştre hunermendên Tevgera Çand û Hunera Kurd a Swîsreyê Sabahat Erdem, Serhat Hemdem, Yilmaz Beyazgul û Denîz Kaya konsera muzîkê dan.

Tê plankirin ku di demek nêz de pêşengeha 2+2=KRDSTN li paytexta Fransa Parîsê were pêşandan.