Karasû: Plan hatin têkbirin

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû diyar kir ku çeteyên DAÎŞ'ê bi piştgiriya dewleta Tirk êrişî Hesekê kirine û got, "Bi hezaran çete wê bireviyan herêmên Rojava yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû beşdarî 'Bernameya Taybet' a Medya Haber TV bû û bersiv da pirsên li ser rojevê.

Karasû di destpêka axaftina xwe de Viyan Soran a ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir û şehîdên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' bi rêz û minet bi bîr anî.

Karasû bi bîr xist ku dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 23 sal li pey xwe hişt, dikeve sala 24'an û destnîşan kir ku di nava 23 salên derbasbûyî de yek ji têkoşîna herî mezin a dîroka mirovahiyê hate meşandin.

'DI SALA 24'AN A DÎLGIRTINA RÊBER APO DE GELÊ KURD WÊ HÎN BÊHTIR XWEDÎ LI RÊBER APO DERKEVE'

Mûstafa Karasû got, "Di navbera dewleta Tirk a qirker û Rêber Apo de têkoşînek heye. Lê belê Rêber Apo ji ber ku zane dewleta Tirk dikare çi bike, bi salan helwesteke azadîparêz nîşan da û li dijî polîtîkayên şerê taybet ê dewletê têkoşiya û li ser piyan ma. Hîn jî tecrîdeke giran li ser Rêber Apo heye. Gelê Kurd tevî dostên xwe 23 sal in li dijî tecrîdê têdikoşe. Çalakiya nobedê ya li Strasbourgê ku bi salan e dewam dike çalakiyeke gelekî girîng e. Nîşan dide ku gelê Kurd di azadiya Rêber Apo de çiqasî bi israr e. Ji xwe gelê me yê li Ewropayê bi xurtî xwedî li Rêber Apo derket û ev rewş 23 sal in dewam dike. Çalakiya li Strasbourgê jî sembola vê yekê ye. Li Ewropayê ne tenê gelê kurd, her wiha dostên gelê Kurd jî ji bo azadiya Rêber Apo di nava hewldaneke mezin de ne. Li Îngilistanê sendîkayên karkeran, li Fransayê hêzên demokrasiyê û rewşenbîr têdikoşin. Li gel vê yekê kampanya ji bo derxistina PKK'ê ji 'lîsteya terorê' dewam dike."

Mûstafa Karasû diyar kir, gelê Kurd û dostên wan ku 23 sal in xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derdikevin wê di sala 24'an de hîn bêhtir xwedî lê derkevin û got, "Hem azadiya gelê Kurd hem jî azadiya Rêber Apo wê teqez misoger bibe."

'LI EFRÎNÊ JI ZEXT Û ZILMÊ WÊDETIR QIRKIRIN HEYE'

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû bi dewamî bal kişand ser dagirkirina Efrînê ku di sala 4'an de ye û ev nirxandin kir: "Xelkê Efrînê 2 mehan bi rengekî fedayî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe da. Ji sivîlan jî gelek kes şehîd bûn. Dewleta Tirk bi piştgiriya ji hêzên navneteweyî wergirtî êrişeke wiha kir. Naxwe di sedsala 21'ê de ti dewlet nikare tiştekî wiha bi hêsanî bike. Ji ber ku ti sedemeke vê dagirkeriyê nîne. Lê belê dewleta Tirk a ku li dijî gelê Kurd polîtîkayên qirkirinê dimeşîne li Efrînê nekarî xwe li jiyana Kurdên azad rabigire. Piştevanên dewleta Tirk jî di serî de Elmanya, dewletên Yekîtiya Ewropa û DYE ne. Dewleta Tirk xwe spart van hêzan û qir kir. Li Efrînê ji zext û zilmê wêdetir, qirkirin heye. Li hemberî vê yekê cîhan bêdeng e. Wê ewqas êşkence bê kirin, demografî bê guhertin, gelê Kurd bê qirkirin lê cîhan jî wê bêdeng be!

 'XWEDÎDERKETINA LI EFRÎNÊ ERKA HER KURDÎ YE'

Bêguman di vir de para hin Kurdên noker jî hene. Hêzên ENKS'î yên ser bi PDK'ê ve, dagirkeriya li wê derê rewa dikin. Mîna ku li wir dagirkerî nîne hewl didin rewşê asayî nîşan bidin. Dewleta Tirk jî xwe dispêre vê rewşê û vê polîtîkaya xwe dimeşîne. Xelkê Efrînê jî li dijî vê yekê bi rengekî mezin li ber xwe dide. Li Şehbayê, li cihekî nêzî Efrînê li benda vegera li Efrînê ye û ji bo vê têdikoşe. Wan bi rêzdarî silav dikim, bi rastî jî sekneke bi mînak e. Welatê xwe naterikînin, ev gelekî girîng e. Ji ber ku di nava Kurdan de jî li nava gelên cuda de jî em dibînin, dema ku zext tê kirin hinek dest ji xaka xwe berdidin û li deverên cuda yên cîhanê belav dibin, koç dikin. Lê belê xelkê Efrînê bi mayina li Şehbayê nîşan didin ku çiqasî ji Efrînê hez dikin, çiqasî bi qîmet dibîne û çiqasî pê re dilsoz e. Xwedîderketina li Efrînê erka her Kurdî ye. Divê gelê Kurd bi temamî piştgiriyê bide xelkê Efrînê, piştgiriyê bide têkoşîna ji bo rizgarkirina Efrînê."

'DAÎŞ HÊZEKE KU LI DIJÎ ŞOREŞA ROJAVA JI ALIYÊ DEWLETA TIRK VE TÊ BIKARANÎN'

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû êrişa çeteyên DAÎŞ'ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya li Hesekê jî nirxand û wiha axivî: "Hêzên QSD'ê tevî ku berê bi êrişa DAÎŞ'ê nehesiyan jî piştre bersiva pêwîst dan. Şer hîn jî dewam dike. Bêguman DAÎŞ rêxistineke ji rêzê nîne. Hin pirsgirêkên şerê bi DAÎŞ'ê re hene. Di nûçeyan de em dibihîzin; bi sedan zarok û sivîl dîl girtine. Ji DAÎŞ'ê tê ku sivîlan, zarokan bikuje. Hêzên QSD'ê wê dawiya dawî DAÎŞ'ê tasfiye bikin. Lê belê DAÎŞ hîn jî weke gefekê heye. Lewma divê şoreşgerên Rojava zanibin ku DAÎŞ ji dewleta Tirk û hin hêzan piştgiriyê werdigire û divê li gorî vê yekê tedbîrên xwe xurtir bikin. DAÎŞ hêzeke ku tê bikaranîn. Di serî de dewleta Tirk vê hêzên li dijî Şoreşa Rojava bi kar tîne. Bersiva li vê yekê jî divê xurtkirina Şoreşa Rojava be.

Armanc ew e ku gelê Ereb û gelê Kurd li ber hev rake. Ji ber ku tişta herî zêde DAÎŞ û dewleta Tirk jê aciz e tifaqa navbera Kurdan û Ereban e. Lewma ev êriş ji aliyekî ve weke êrişek li ser vê tifaqê ye. Divê Kurd û Ereb tifaqa xwe xurtir bikin. Lewma ez şervanên QSD'ê silav dikim ên ku li dijî DAÎŞ'ê têdikoşin û şehîdan bi rêz û minet bi bîr tînim.

'EGER EV ÊRIŞ BI SER KETIBÛYA WÊ JI BO DAÎŞ'Ê BIBÛYA PÊNGAVEK'

Eger ev êriş bigihîşta armanca xwe, wê ji bo DAÎŞ'ê bibûya pêngavek. DAÎŞ dikarîbû ji nû ve bi bandor derketibûya holê. Planên hin hêzan hebûn ku DAÎŞ'ê bi xurtî derxînin holê. Ev plan hatin têkbirin. Eger Hesekê bi temamî bi dest xistibûna, ev yek wê di heman demê de bihata wateya êrişa li ser Şoreşa Rojava û bicihanîna planên nû. Ev yek jî wê ji bo gelên herêmê gelekî metirsîdar bûya.

'HÊZÊN QSD'Ê PLAN TÊK BIRIN'

Bêguman hêzên QSD'ê bi temamî pêşî li vê planê girtin. Divê têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê dewam bike. Ev yek jî divê ne tenê têkoşîna gelê Kurd be. Divê têkoşîna gelê Ereb, bi taybetî jî gelên Rojhilata Navîn be. Ti eleqeya DAÎŞ'ê bi olê, bi îmanê re nîne."

Mûstafa Karasû got, "Lewma gelê Ereb û bawermend divê li dijî DAÎŞ'ê helwestê nîşan bidin. Li dijî zerara ku DAÎŞ dide biratiya gelên Rojhilata Navîn divê helwesteke hevpar bê nîşandan. Li Rojhilata Navîn sîstemeke demokratîk ava dibe ku xwe dispêre biratiya gelan. DAÎŞ jî dixwaze li Rojhilata Navîn ji nû ve paşverûtiya xwe serwer bike. Civakên alîgirê demokrasî û azadiyê divê hemû li hemberî DAÎŞ'ê helwesteke hevpar nîşan bidin. Dewleta Tirk dixwaze bi destê DAÎŞ'ê Rojhilata Navîn dagir bike. Lewma hêzên demokratîk, gelên herêmê divê li hemberî dewleta Tirk helwestê nîşan bidin."

'ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK ÊN LI SER ŞENGALÊ DIVÊ WEKE ÊRIŞÊN DAÎŞ'Ê BÊNE DÎTIN'

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû bi dewamî bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê, ku herî dawî ji fermandarên YBŞ'ê Azad Êzdîn û şervanê YBŞ'ê Enwer Tolhildan şehîd bûn.

Karasû got, "Dewleta Tirk careke din êrişî Şengalê kir. Fermandar û şervanên YBŞ'ê yên şehîd bûn bi rêz û minet bi bîr tînim. Ev êriş, têkbirina xelkê Êzidî li aliyekî wê têkoşîna wan hîn behtir bike. Dewleta Tirk dijminê azadî û demokrasiyê ye. Li ku dera Rojhilata Navîn demokrasî û azadî pêk tê, dewleta Tirk wê derê ji bo xwe weke metirsiyê dibîne. Ji ber ku dema li Rojhilata Navîn demokrasî û azadî bi pêş ket, hingî dewleta Tirk wê ji hev belav bibe. Ji bo ji hev belav nebe, ji bo karaktera xwe ya qirker û mêtinger biparêze êrişî tevgerên azadîparêz û şoreşger dike. Lewma êrişî Şengalê dike. Hem ji bo Kurd li cihekî nebe xwedî destketî êriş dike, hem jî zane ku sîstema li Şengalê wê bibe mînak, êriş dike. Ji ber vê yekê bi salane êrişî Şengalê dike. Êrişa dewleta Tirk a li ser Şengalê divê weke êrişeke DAÎŞ'ê bê dîtin.

'XELKÊ ÊZIDÎ PIŞTÎ EWQAS BERDÊLAN WÊ DEST JI XWESERIYÊ BERNEDE, WÊ BERSIVA PÊWÎST BIDE ÊRIŞAN'

Çawa ku DAÎŞ'ê xwest civaka Êzidî qir bike, dewleta Tirk jî heman tiştî dike. Eger li hemberî DAÎŞ'ê helwest tê nîşandan divê li dijî dewleta Tirk jî helwest bê nîşandan. Eger ev nayê kirin, hingî helwesta li dijî DAÎŞ'ê sexte ye. Lewma divê êdî her kes li dijî êrişên dewleta Tirk helwestê nîşan bidin. Bêdengî tê wateya hevkariya bi êrişên dewleta Tirk re ku xwedî zîhniyeta DAÎŞ'ê ye. Yekane cudahiya navbera DAÎŞ'ê û dewleta Tirk ew e ku yek jê bûye dewlet, li qada navneteweyî bûye xwedî cihek, ya din jî nekariye bibe xwedî cihekî bi vî rengî. Divê bi vî rengî bê nirxandin.

Lê belê PDK zemînê ji dewleta Tirk re amade dike ku ewqasî êrişan bike. Xelkê Êzidî dibêje, PDK îstîxbaratê dide, dewleta Tirk jî êriş dike. Fikra giştî ya xelkê Şengalê bi vî rengî ye. Ji ber ku herî zêde PDK li ber rêveberiya xweser a li wê derê radibe. Bi vî rengî bi dewleta Tirk re bûye yek. Iraq jî ji ber zextên PDK û dewleta Tirk bêdeng dimîne. Ew jî bi bêdengiyê dibe hevpar. Bi vî rengî ne tenê êrişan ji nedîtî ve tê, di heman demê de teşwîq dike.

Êzidî jî li dijî êrişan divê timî di parastinê de nemînin. Divê bersiva pêwîst êdî bidin. Em nizanin bê wê çawa bersivê bidin, lê belê tenê bi xwepêşandanên li qadan nerazîbûn nayê nîşandan. Divê bi rengên cuda jî nerazîbûn bê nîşandan. Eşkere ye ku êriş wê ji niha û pê ve jî dewam bikin. Lê belê piştî ewqas berdêl û şehîdan Êzidî wê dest ji berxwedanê bernedin. Wê dest ji Xweseriyê bernedin. Êdî ti hêz nikare pêşî li xweseriya xelkê Êzidî bigire. Ne PDK, ne dewleta Tirk nikarin pêşî lê bigirin. Dewleta Iraqê ji ber têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk û PDK'ê re xweseriyê nikare nas bike, lê belê pêşiya xweseriya xelkê Êzidî vekiriye û ti zerara wê li dewleta Iraqê nîne. Êzidî wê bi vê helwesta xwe ya bi biryar û têkoşîna xwe xweser bibin. Bi vê wesîleyê şehîdan careke din bi minet bi bîr tînim." 

'DIVÊ DESTHILATA AKP-MHP'Ê WERE HILWEŞANDIN'

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mustafa Karasû bi berdewamî got, "Ji bo dahatuya Tirkiyê divê desthilata berdest a AKP-MHP'ê were hilweşandin. Divê gelên Tirkiyê êdî bi vê desthilatê re nejîn. Ev desthilat desthilateke faşîst e û ji bo ku bikeve zemîn çêbûye. Pir qels bûye. Sedema neketina wê heta niha muxalefeteke baş nehatiye kirin. Sedema nekirina muxalefeteke ne karîger nêzîkatiya li pirsgirêka Kurd e. ÎYÎ Partî û CHP li şûna ku bi Kurdan re ku têkoşoîna herî mezin didin bibe xwedî nêzîkatiyeke hevpar, Kurdan û mitefikên Kurdan rexne dikin, jê dûr disekinin. Herî dawî dibêjin ji rakirina destlêdana Semra Guzel re ew ê bibêjin, erê. Muxalefeteke wiha dibe? EV tê vê maneyê; li Tirkiyê têkoşîna rastî ya demokrasiyê HDP dide."

'DERDORÊN DEMOKRASIYÊ NEYÊN CEM HEV FAŞÎZM HILNAWEŞE'

Karasû bi berdewamî diyar kir mirov nikare bibêje CHP an jî ÎYÎ Partî têkoşîna demokrasiyê didin, Ew tenê muxalîfên AKP'ê ne û got, "Ji vî alî ve bi lezgînî li Tirkiyê hewceyî bi tifaqa demokrasiyê heye. Li ser vê mijarê berpirsyariya HDP'ê û hêzên demokrasiyê heye. Her wiha hin derdorên ku berê di nav AKP'ê de cih girtin û niha jî dibêjin AKP ne demokrat e, ne xwedî wijdanê heq û aadletê ye, mirovên Misilman, mirovên bawermend ên Tirkiyê ji AKP'ê dûr ikevin. Ev hemû dikarin werin cem hev û tifaqa demokrasiyê pêk bînin. Heke ji AKP-MHP'ê re dibêjin desthialta faşîst hêzên çepgir-sosyalîst û demokrasiyê jî il dijî vê divê tifaqê deynin. Heta ku tifaq neyê danîn derdorên demokrasiyê neyên cem hev faşîzm hilnaweşe. Ji ber ku faşîzm jî ji bo ku hilneweşe rêbazên tund bi kar tîne."

'LÊGERÎNA TIFAQÊ YA HDP'Ê GIRÎNG E'

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mustafa Karasû bi berdewamî derbarê lêgerîna tifaqê ya HDP'ê û nêzîkatiya Sol Partî û CHP û ÎYÎ Partî wiha got:

"Desthilata faşîst qels bûye lê derfetên dewletê bi kar tîne û dixwaze her kesî bêdeng bike. Li dijî vê lêgerîna tifaqa HDP'ê girîng e. Divê hêzên demokrasiyê yên herî zinî yên Tirkiyê bi derdorên din re were cem hev. Ji vî alî ve pir girîng e ku 8 partî bi hişmendiya tifaqeke wiha tevbigerin. Lê hê jî tifaq nehatiye danîn. Divê her kes bi berpirsyarî rabe. Ev hem wê bibêjin dixwazin Tirkiyeyeke nû ava bikin û hem jî berpirsyarî ranebin. Şoreşgeriyeke wiha nabe, sosyalîstiyeke wiha nabe.

Ez bi taybetî dixwazim bang li Partiya Sol bikim, çima ne li nav vê tifaqê ye? Bêyî tifaqa demokrasiyê desthilata AKP-MHP'ê wê çawa were hilweşandin? HDP û 8 partiyên din nikarin daxwazeke hevpar bikin? Em Partiya Sol û yên din ku sivikatî li vê tifaqê dikin rexne dikin. Divê dev ji vê helwestê biqerin. An na yên ku temenê vê desthilatê dirêj dikin wê ew bin. Kî nebe parçyeke çalak ê vê tifaqê berpirsê dirêjirina temenê AKP'ê ew in. Ji ber ku desthilata AKP-MHP'ê ji vê belawelabûn û nehatine cem hev a hêzên demokrasiyê sûd werdigirin. Nhiha jî hin dibêjin CHP-ÎYÎ  Partî ji bo ku li cem Kurdan xuya nekin ji HDP'ê dûr disekinin.

Baş e Sol Partî çima dûr disekine? Fikareke wiha ya Sol Partî jî heye? Baş e, em gotin û nêzîkatiya wan rast nabînin. Lê tenê bi gotinê nabe. Çima ne parçeyek ji vê tifaqê ye? Naxwe wê demê hin dikarin bibêjin Sol Partî ji bo ku li cem HDP xuya neke tevlî tifaqê nabe. Sedema ku tevlî vê tifaqê nebe çiye? Dibe ku fikrên xwe ji HDP'ê cûda bin, biya min heye jî lê bi kêmanî li ser hin xalên hevpar mirov nikare were cem hev? Ku vê bibêjin ma ne bes e: 'Em ji bo desthilata faşîst a AKP-MHP'ê hilweşînin tifaqê datînin'.

'GIRÎNG E KU 8 PARTÎ WERIN CEM HEV'

Ji vî alî ve bi me girîng e ku ev 8 partî hatine cem hev. Divê bêhtir bi pêş ve bibin. HDP jî divê israrê bike. Divê derdora dîndar ku ji AKP'ê qut bûne jî di nav vê tifaqê de bin. Niha biya me li Tirkiyê divê rojev tifaqa demokrasiyê be. Bi vê bingehê divê li dijî AKP-MHP'ê mirov têbikoşe. Heke ev tifaq neyê dadnîn, tênekoşin, desthilata AKP-MHP'ê wê li ser pyan bimîne, berpirs ji wê ew bin ku tevlî vê tifaqê nebûne. Ji vî al^ive em xebatên ji bo tifaqê girîng dibînin. Em destek didin. Jixwe têkoşîna HDP, Kurdan demokratîkirina Tirkiyê ye. Li nav Tirkiyeyeke demokratîk, dixwazin bi xweserî bijîn. Dixwazin gelên Tirkiyê xurt bibin. Ev hem di berjewendiya Tirkiyê û hem di berjewendiya Siniyan û Elewiyan de ye jî. Çima ji bo Tirkiyeyke wiha neyên cem hev?

'BILA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ AKP-MHP'Ê WERE GEŞKIRN'

Em bawer dikin dawiyê wê aqil serwer bibe, li Tirkiyê tifaqa demokrasiyê çêbibe û li dijî desthilata AKP-MHP'ê têkoşîn geş bibe. Em jixwe vê têkoşînê didin. Heke desthilata AKP-MHP'ê hatibe vê rewşê ev bi encama têkoşîna me y. Em berxwedaniyeke mezin didin. Çi kesê ku dilxwazê demokrasiya Tirkiyê ye divê vê bibîne û pîroz bike. Em vê ji bo demokratîkbûna Tirkiyê dikin. Herî dawî em ê vê pêk bînin. Em ê Tirkiyê demokratî bikin û Kurdistanê azad bikin. Bi vê bingehê em bang dikin ku têkoşîna dijî faşîzma AKP-MHP'ê were geşkirin."