Ciwanan civîna SPD'ê sabote kirin

Ciwan ji bo balê bikişînin ser piştgiriya hikumeta Elman a ji bo êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk, civîneke SPD'ê ya li Stûttgartê sabote kirin.

Ciwanên Kurd û enternasyonalîst ji bo balê bikişînin ser berpirsyariya hikumeta Elmanyayê ya di şerê dewleta Tirk ê ji bo qirkirina Kurdan, ji bo teşhîrkirina vê piştevaniyê civîna SPD'ê ya li Stûttgartê sabote kirin.

Ciwan bi pankarta bi nivîsa "Êrîşên kîmyewî yên li ser gelê Kurd rawestînin", bi dowîzên ku balê dikişînin ser êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketin salona civînê.

Ciwanan têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê belavokek xwendin.

Ciwanan bi bîr xistin ku Wezîra Karên Hundir a Elman Nancy Faeser a SPD'î beriya bi demeke kurt çû Tirkiyeyê, bi nûnerên hikumeta AKP-MHP'ê ya faşîst re hevdîtin kir û destnîşan kirin ku mebest ji 'têkoşîna li dijî terorê' piştgiriya ji bo dagirkirina xaka Kurdistanê û qirkirina gelê Kurd e.

Ciwanan gotin, "Em vê hevkariya SPD'ê û Tirkiyeyê qebûl nakin. Hûn rûyê xwe yê rast nîşan didin. Destê we jî tevlî xwînê bûye."