TEV-DEM: Ji bo Ocalan em dakevin qadan!

TEV-DEM’ê derbarê şewata li Îmraliyê daxuyanî da û got ku “Roj roja daketina qadan a ji bo Rêbertiya me ye.”

Hevserokatiya TEV-DEM’ê derbarê şewata li Îmraliyê îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

‘GUMANÊN ME HENE’

Di daxuyaniya TEV-DEM’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Şewata li Îmraliyê ne bûyereke ji rêzê ye. Ev rewş, ne dûrî îşkence û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan a yu ev 21 sal e dewam dike. Derbarê sedema şewatê de fikar û metirsiyên me yên mezin hene.

Ji bo ku sedemên şewata li Îmraliyê werin eşkerekirin û derbarê rewşa rêber Abdullah Ocalan de agahî bi dest bikevin û ji raya giştî re bên parvekirin, divê hem şandeyên serbixwe hem jî parêzer demildest biçin Îmraliyê. Ji bo vê yekê jî divê gele me, rêxistinên me yên siyasî û civakî timî li ser pêyan bin û çalakiyan li dar bixin, ji ber ku xwedîderkerina li rêber Ocalan berpirsyariyeke dîrokî ye. Roj roja xwedîderketina li Rêbertî ye. Roj roja çalakiyên berpirsyariya dîrokî ye.”