BI DÎMEN

Rêxistina Stêrk roja zimanê dayikê ya cihanî pîroz kir

Ji bo roja zimanê dayikê ya cîhanê, zarokan destnîşan kir ku ew ê bi zimanê dayika xwe biaxivin û bi zimanê xwe paşeroja xwe ava bikin.

Bi boneya 21’ê Sibatê ji bo roja zimanê dayikê ya cîhanê Rêxistina Stêrk a Şopandin û Parastina Mafê Zarokan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Dibistana Şehîd Mustefa Gulo ya bajarê Qamişloyê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Şagirtên dibistanê bi cil û bergên Kurdî xwe xemilandin û pankartên ji bo zimanê Kurdî hildan. Her wiha dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe” û “Zimanê me hebûna me ye” hatin berz kirin.

Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

“Di cîhanê de gelek şoreş têne li darxistin ji bo parastina hebûna xwe. Yek jî ji wan şoreşan şoreşa ziman e. Şoreşa ziman, şoreşa herî girîng e. Ji ber mirov bi zimanê dayika xwe li hemû cîhanê dide naskirin. Dema mirov xwedî ziman be tê wateya ku tu xwedî maf e û xwedî dîrok e. Lewma mafê her mirovekê/î li ser rûyê erdê heye ku parastina zimanê dayika xwe bike da kû hebûna xwe winda neke. 

Di dîroka 21 Sibatê ya sala 1999'an de ji aliyê UNESCO ve hate îlan kirin da  ku ev roj bibe roja cîhanî ya zimanê dayikê. Di vê rojê de her kes li gorî çand û kevneşopiyên xwe pîroz bike. Em jî wekî zarok dixwazin ku em û hemû zarokên cîhanê bi zimanê dayika xwe biaxivin û bi zimanê xwe paşeroja xwe ava bikin. 

Em bi navê Rêxistina Stêrk a Şopandin û Parastina Mafên Zarokan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê rojê li hemû cîhanê pîroz dikin û bi hêvî ne ku her kes li zimanê xwe xwedî derkeve."