Rêveberiya Xweser ji ber vîrûsê deriyê Sêmalka  girt

Ji ber belavbûna vîrûsa Korona ya li Çînê der ket, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca tedbîrgirtinê dersiyê sînorê ê bi Başûrê Kurdistanê re girt.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya tedbîrên li dijî vîrûsê de biryara girtina Deriyê Sînor ê Sêmalka yê bi Başûrê Kurdistanê re da.

Hate ragihandin ku biryar di çarçoveya raporên Komîteya Tendurisiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatiye girtin. Hate ragihandin ku ji 1’ê Adara 2020’ê û şûnde ji bo demeke nediyar biryara girtina derî derî hatiye girtin.

Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser beriya girtina biryarê ewlekariyên berfireh ên derbasbûna Deriyê Sînor ê Sêmalka girtibû.

Hikûmeta navendî ya Iraq û Başûrê Kurdistanê jî li dijî vîrûsa Koronayê tedbîr girtibûn. Hatibû ragihandin ku dibistan, zanîngeh, salonên sînem û kafeterya hatine girtin. Li Bexdayê ya ku bajarê helî qelebalix ê cîhana Ereba ye jî 2 kes bi vîrûsê ketine. Li welatê cîran Îranê jî hejmara miriyan derket 26’ê, Rêveberiya Iraqê serferên geşê yên ji bo Îran, Çîn, Kuwêt, Behreyn û Îtalyayê da sekinadin.