PYD'ê bang kir: Ji bo Ocalan tavilê dakevin qadan!

PYD'ê ji ber şewata li Îmraliyê bang ji bo çalakiyan kir. PYD'ê bang li gel kir ku dakeve qadan.

Meclîsa Giştî ya PYD'ê têkildarî şewata li Îmraliyê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Şewata îro ya li Îmraliyê hem ji bo me hem jî ji bo gelê me bû sedema fikar û metirsiyên mezin. Balkêş e ku ev şewat di salvegera hevdîtinên Dolmabahçeyê de pêk tên. Lewma jî ev rewş teqez ne ji rêzê ye û fikar û gumanên me û gelê me zêde dikin. Ji ber vê yekê jî hem em wek partî, hem jî gelê me metirsiyên xwe yên der barê rewşa rêber Ocalan de tînin ziman û divê parêzer demildest biçin Îmraliyê, hevdîtinê pêk bînin û daxuyaniyekê bidin da ku ev fikarên me ji holê rabin.

Em bang li gelê xwe jî dikin ku heta ku li Îmraliyê bi rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bê û daxuyaniyek tê dayîn ku ewlehiya wî û rewşa wî ya tenduristiyê baş e, li qadan bin û çalakiyan li dar bixin."