Li Hesekê û Girê Spî dagirkeriya Tirkiyeyê hate protestokirin

Li bajarên Hesekê û Girê Spî yên Rojava ji bo protestokirina dîwara ku Tirkiye li Efrînê lêdike, meşeke protestoyê hate lidarxistin.

Şêniyên bajarê Hesekê ji bo şermezarkirina bêdengiya navdewletî derbarê kiryarên dewleta Tirk de, hewldanên wê yên parçekirina Efrînê ji Sûriyê û lêkirina dîwarê parçekirinê, xwepêşandanek li dar xist.

Şênî li Çerxerêya Sînalko kom bûn. Di xwepêşandanê de al, wêneyên şehîdan û pankartên bi nivîsa "Em ê berxwedanê xurt bikin, dîwar hilweşînin û Efrînê rizgar bikin" û "Em bêdengiya navdewletî ya derbarê kiryarên li Efrînê de şermezar dikin" hatin hildan.

Xwepêşandan li Çerxerêya Agirkujiyê ya li taxa Miftî veguherî mitîngê. Di mitîngê de hevserokê Meclîsa Kantona Hesekê Abdulxenî Osê axivî û wiha got: "Hovîtiya dewleta Tirk ne tiştekî nû ye. Ev yek ji kalikên xwe yên Osmanî girtiye. Dewleta Tirk a dagirker hewl dide hemû herêmên Sûriyê û Rojhilata Navîn bixe bin dagirkeriya xwe. Em ji wan re dibêjin ev herêm ne yên Tirkiyeyê ne. Ev xaka Sûriyeyê ye û wê tenê ji gelê Sûriyeyê re bin."

Osê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê dîwarê parçekirinê di nava bêdengiya navdewletî de lê dike, armanca wê ji vê yekê ew e ku kantona Efrînê ji xaka Sûriyeyê qut bike û tevli Tirkiyê bike.

Osê di dawiyê de got Tirkiye ji destpêka aloziyê ve destwerdana kar û barên Sûriyeyê dike, di hemû aliyan de destek dide komên terorîst û tekez kir ku şêniyên Hesekê bi hemû pêkhateyên xwe dagirkeriya Tirkiyê qebûl nakin.

Paşê ji rêveberên Kongreya Star Celîla Mele Elî axivî û bêdengiya navdewletî û bi taybet bêdengiya Sûriye, Îran û Rûsyayê der barê kiryarên dewleta Tirk li dijî gelê herêmê û binpêkirin û parçekirina xaka wan de, şermezar kir.

Mitîng bi dirûşmên şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê û neqebûlkirina parçekirina Sûriyê bi dawî bû.

GIRÊ SPÎ

Li kantona Girê Spî bi armanca şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi slogana"Serkeftina Efrînê şikandina tecrîdê ye" ciwan daketin qadan.

Xwepêşandan bi vexwendina Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê, bi beşdariya bi dehan ciwanan û hejmarek ji şêniyan hate lidarxistin. Xwepêşandan bi armanca şermezarkirina Tirkiyeyê bo lêkirina dîwarê parçekirinê ku Efrînê ji Sûriyê qut dike û tecrîda ku hikumeta Tirkiyê li ser Ocalan dimeşîne, li dar ket.

Xwepêşandêran wêneyên Ocalan û alên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê hilgirtin û sloganên "Na ji dagirkeriya Tirkiye û çeteyên wê re" berz kirin.

Xwepêşandan ji ber Çerxerêya El-Alem ku dikeve başûrê bajêr, dest pê kir û ber bi Çerxerêya El-Qefes ve ku li navenda bajêr e, çû.

Rêveberê Tevgera Ciwanan Hesen Zamil axivî û wiha got: "Em êrîşên der heqê şêniyên Efrînê de şermezar û red dikin, her wiha em dîwarê parçekirinê ku dewleta dagirker li derdora bajêr lê dike, şermezar dikin."

Hisên Zamil wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê, ji bo parastina xaka Sûriyê bihust bi bihust amade ne, lewma em ji dagirkeriya Tirkiye û çeteyên re dibêjin; em ê heta dawiya jiyana xwe herêmên xwe biparêzin.”