Li dijî daxuyaniya SOHR'ê helwest

Tevgera Ciwanên Şoreşger derheqê daxuyaniya bêbingeh a SOHR'ê ya derbarê wan daxuyanî da.

Tevgera Ciwanên Şoreşger bal kişande ser daxuyaniya SOHR'ê û got, ''Di malpera fermî ya SOHR'ê da derheqê Tevgera me ya Ciwanên Şoreşger a Sûriyê nûçeyeke bêbingeh hatiye weşandin. Di nûçeya navborî de hatiye gotin Tevgera me Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê zarok û ciwanan direvîne û wan dike leşker. Em dixwazin were zanîn ku ev nûçe ne rast e, bêbingeh e û neçê ye.''

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin li Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi fermî tenê QSD xebatên leşkerî dike, ji hemû kiryarên leşkerî QSD berpirs e û ev xebat bi fermî têne kirin, weke li hemû welatên cihanê li Bakur-Rojhilatê Sûriyê jî yasaya leşkeriya mecbûrî heye û ev jî pir tiştekî normal e, ji bilî xebata leşkerî ya yasayî ti xebateke dî nîne.

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin divê SOHR îdîayên bêbingeh ên derheqê tevgera wan de ispat bike, an na heke ispat nekin jî divê nûçeya derheqê wan de rast bikin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger her wiha diyar kir di nav meclîsên wan de komîteyên xweparastinê hene û ev komîte bi HPC'ê re bi rengekî kooordîne xebatên xweparastinê dikin.  Endamên vê komîtey3ej î li gund, tax û bajaran dixebitin û ji malbatên xwe qut nebûne.