Li Dêrazorê li dijî dagirkeran meş hate lidarxistin

Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û planên wan ên qirêj li Dêrazorê meş hate lidarxistin.

Bi sedan şêniyên bajarokê Sewirê yê ku dikeve gundewarê rojhilatê Dêrazorê li ber avahiya Meclîsa bajarok kom bûn û meşek li dar xistin.

Tevî şêniyan endamên saziyên sivîl û leşkerî tev li meşê bûn û pankartên bi nivîsên  `Bijî QSD`, `Na ji dîwarê parçekirinê re’, `Welat yek e gel yek e dil yek e`, `Dêrazor û Efrîn yek in` hildan.

Şênî di nav kolanên bajarok de ber bi çarxeriya Sewirê li navenda bajarokê ve meşiyan. Li çerxeriyê meş veguherî mitîngê. Di mitîngê de li ser navê Meclîsa Bisêtîn hevserokê Meclîsê Haşim El-Milhêm û Komîteya Jin a Meclisa Sewirê Hind El-Şilal axaftin hate kirin.

Axaftvanan diyar kirin ku dewletên herêmî piştî serkeftina mezin a QSD`ê li dijî DAIŞ`ê vê carê bi riya belavkirina tevliheviyê hewl didin hevgirtina pêkhateyên herêmê têk bibin.

Her wiha axaftvanan yekîtiya xak û gelê Sûriyê teqez kirin û lêkirina dagirkeriya Tirk dîwarê li Efrînê şermezar kirin. Axaftvanan destnîşan kirin ku lêkirina dîwarê planek dagirkerî nû ye û armanca wê qutkirina Efrînê ji xaka Sûriyê ye.

Meş bi berzkirina sloganên şermezarkirina dagirkeriya Tirk bi dawî bû.