Li Şehbayê ji bo 7 şehîdan şîn hate danîn

Ji bo 7 şehîdên Berxwedana Serdemê li gundê Til Qireh ê Şehbayê şîn hate danîn û sersaxî hate xwestin.

Welatiyên Efrînê duh cenazeya şervanê HRE’yê Şoreş Amanos veşartin û ji bo 6 şervanên YPG’ê yên ku di qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê şehîd bûbûn, merasîmek li dar xistin. Îro jî ji bo van şehîdan şîn hate danîn.

Sersaxiya ji bo şehîdan bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Welo, li ser navê Meclîsa Kantona Efrînê Arîn Elî û li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Reşîd Silêman axivîn. Axaftvanan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û diyar kirin ku wê Efrîn were rizgarkirin.

Piştre li ser navê Kongra Star Hediye Yûsûf axivî û got ku “Belkî hinek kes berxwedana gelê Efrînê ya li Şehbayê nizane lê gel bi îradeya xwe, xwe bi cîhanê da naskirin.”

Piştre nasnameya şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Gel di şînê de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.