Kurdistanî li pêşiya NY bûn: Nebin hevkarê sûc!

Kurdistaniyên li pêşiya ofîsa NY a Cenevreyê çalakî lidarxistin, berxwedêrên greva birçÎbûnê silav kirin û banga ketina tevgerê li NY, sazî û dezgehên navnetewî kirin.

Bi armanca piştevaniya bi grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven tê kirin, li pêşiya Netewên Yekbûyî (NY) li Cenevreyê çalakiyek hate lidarxistin.

Çalakî bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Cenevre hate lidarxsitin û di çalakiyê de pankartên ku balê dikêşin li ser grevên birçîbûnê û wêneyên Ocalan hate hildan. Di çalakiyê de bê navber dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” û “Leyla Guven rumeta me ye” hate berz kirin. Hevserokê CDK Cenevre Salih Saglam axivî û got; “Grevên birçîbûnê di qonaxekî kritîk de ye. Divê pêvajoyê de divê Kurdistanî, dostên wan û her kes berpisyariya dikeve ser milê wan pêk bîne.”

‘DEWLETA TIRK JI BÊDENGIYÊ HÊZ DIGRE’

Piştre bi zimanê Fransî daxuyanî hate dayîn û balhate kişandin li ser tecrîda li ser Ocalan û hate gotin ku ev 3 sal in hemû mafên Ocalan bi awayekî bêhiqûqî hatiye xespkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku grevên birçîbûnê yên bi armanca şkandina tecrîdê bi pêşengiya Leyla Guven tê kirin di qonaxa kritîk de ye û ev tişt hate gotin; “Em baş dizanin ku dewlet aTirk ji bêdengiya deste û saziyên navnetewî hêz digre û di vê polîtîkaya tecrîdê de israr dike. Lê em li vir serî de CPT, NY û saziyên Ewropa carek din hişyar dikin ji rewşekî nerênî hûn berpisyar in. Bi bêdengiyê dibin hevkarê sûc.

Ji ber vê NY û CPT demildest bikevin nava tevgerê.”

Çalakî bi dirûşmeyan bidawî bû.