Kurdistan Makû: Li dijî pergala serdest, berê xwe bidin nava refên HPJ'ê

Gerîlaya HPJ’ê Kurdistan Makû têkîldarê 25’ê Mijdarê û serhildana li Rojhilatê Kurdistanê got, “Dema jin bibin yek, wê ev pergala desthilatdarî ya mêr hilweşe. Ji bo hilweşandina pergala serdest, berê xwe bidin nava HPJ’ê.”

25’ê Mijdarê salvegera qetilkirina sê xwişkên Mîrabel (Patria, Minerva û Maria Mîrabel) e. 62 sal berê ango di 25'ê Mijdara sala 1960´an de li Komara Domînîkê sê xwişkên şoreşger ku li dijî dîktatoriya Trujillo têdikoşiyan, dest avêtin wan û paşê bi awayekî hov di bin navê qezaya trafîkê de hatin qetilkirin. Qetilkirina hersê jinan hêrsa civakê mezin kir û dîktatoriya Trujillo hilweşand. Piştre jî roja qetilkirina her sê jinên berxwedêr wek Roja Têkoşîna Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî hat îlankirin. Ev 62 sal in li her derê cîhanê jin 25’ê Mijdarê bi çalakî û têkoşînê pêşwazî dike.

Lê îsal bi pêşengiya jinên li Rojhilatê Kurdistanê di bin dirûşmeya Jin Jiyan Azadî de, li tevahî cîhanê jin 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin. Têkildarî 25’ê Mijdarê û berxwedana jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê gerîlaya Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) Kurdistan Makû axivî.

RÊBER APO BAWERÎ DA JINAN

Kurdistan Makû di destpêka axaftina xwe de di şexsên Xwişkên Mîrabel de tundiya ku li ser jinan tê meşandin şermezar kir û diyar kir ku her roj tundiya li dijî jinan zêdetir dibe. Makû anî ziman ku li dijî tundiyê, rêbazên têkoşîna wan jî dewlemend dibe û got, “Ji bo em li dijî tundiya pergala serdest a mêr bibin yek, di serî de jinên Rojhilat û Îran divê tevahî jin bi yek ruhî û fikrî têkoşîn bidin meşandin. Niha serhildanên ku li Rojhilat tê meşandin bêguman bi pêşengtiya jinan pêk tê. Rêber Apo digot ku yên dikarin pêşengiya civakê bikin û şoreşê misoger bikin jin in. Rêber Apo vê baweriyê da jinan."

EV SERHILDAN, RUHÊ NETEWEYÎ YE

Kurdistan Makû serhildana li Rojhilat û Îranê ku ev du meh in bi pêşengtiya jinan didome bi bîr xist û da zanîn ku berxwedana heyî di bin fikrên Rêber Apo de tê meşandin û wiha domand: “Rêber Apo fikir û ramanên xwe tenê ne li Bakurê Kurdistanê li her derê belav kir. Ji Hindistanê bigire heta  Efganistanê, ji Bellucistanê bigire heta başûrê Îranê. Jin tenê ne li Saqizê ku Jîna Emînî lê hat qetilkirin serî hildan, di şexsê Saqizê de hemû jinên Rojhilat û Îranê bûn yek. Divê em karibin vê têkoşîna bi ruh û baweriya ku Rêber Apo daye jinan, mezin bikin. Heta ev zîhniyeta heyî neyê şikandin, em nikarin bêjin civak azad e, em nikarin bêjin jin û mêr dikarin bi azadî bijîn. Ev serhildan serhildaneke pîroz e. Ruhê netewî ye, ruhê berxwedana Jîna Emînî, Sara, Delal û Şîrîn Elemhulî ye.”  

LI ROJHILAT Û ÎRANÊ LÊGERÎNA AZADIYÊ

Makû destnîşan kir ku wekî gerîlayên jin ew ji berxwedana jinan ya ji bo nasname, çand, ziman, hebûn û azadiya xwe îlhamê digirin û wiha dewam kir, “Em vê berxwedanê pîroz dibînîn û silav dikin. Mirov dibîne ku li Rojhilat û Îranê jin û mêr di nav lêgerîna azadiyê de ne. Ji aliyê din ve wekî HPJ’ê ger li hemberî jinan tundiyeke pir dijwar pêk bê, em ê bibin xwedî bersiv. Em nahêl in tu jin bê parastin bimîne. Ji ber ku em parastina jinên Rojhilatê Kurdistanê ne. Em xwedî li tevahî jinên cîhanê dertên.”  

Makû diyar kir ku divê jin ne tenê 25’ê Mijdarê, her roj tundiya pergala mêr bi bîr bixe û wiha pê de çû: “Divê em bizanibin ku her roj êrîşeke pir mezin li dijî jinan tê meşandin. Jinên Rojhilat Kurdistan û Îranê ketine vê ferqê ku êdî bi vî rengî nameşe. Çima nameşe, ji ber pergala mêr a li Îranê nahêle jin li tu derê azad tevbigere. Em dikarin mînakan bidin. Pergala Îranê ji bo xistina jin, ji bo tunekirina îradeya jinan, dixwaze jin serê xwe bigirin. Lê niha jin şalên serê xwe diavêjin. Ev tişteke pîroz e û divê domdar be. Em wan jinan pîroz û silav dikin û piştgirî didin wan.”  

DEMA PARASTINA ŞOREŞA JINAN E

Makû bal kişand ser berxwedana jinan a bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ li tevahiya cîhanê belav bûye û ev tişt got, “Pênasekirina hesta dirûşma Jin-Jiyan-Azadî ne hêsan e. Bi rastî jî dema min ev dirûşme bihîst, têkoşîna min hîn xurttir bû. Rêber Apo dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ pênase kir. Ger îro jineke Fars an jî Bellucî bibêje Jin-Jiyan-Azadî, ev tê wateya ku jin ber bi azadiyê ve diçin. Ez di vê baweriyê de me dema jin bibin yek, wê ev pergala desthilatdarî ya mêr  hilweşe.” 

BERÊ XWE BIDIN NAV REFÊN HPJ’Ê

Makû têkîldarê kampanya Koma Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) ku bi dirûşmeya “Dema Parastina Şoreşa Jinan e” hatibû destpêkirin jî ev tişt anî ziman, “Wek gerîlayên HPJ’ê ji bo piştgiriya kampanyayê em bang li tevahî jinan dikin ku, têkoşînê mezintir bikin. Bi yekdengî û ruhî û bi pêşengtiya Jîna Emînî kampanya û têkoşîna xwe mezintir bikin. Ji bo em karibin vê pergala heyî hilweşînin bangawaziya min ji bo hemû jinên Rojhilat Kurdistan û Îranê ew e ku, berê xwe bidin nav refên HPJ’ê.”