KCK: Ji bo têkbirina planên dijmin divê em berxwedanê mezin bikin

KCK'ê got, "Bi bilindkirina têkoşîna xwe divê em berxwedana li dijî êrîşên qirker û dagirker mezin bikin û planên dijminê komkujer ji hev bixin. Em bang li her kesî dikin ku li ser vê bingehê li dijî êrîşên li ser Rojava li her derê li ber xwe bidin."

DAXUYANIYA KCK'Ê YA TÊKILDARÎ KOMKUJIYAN

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi vî rengî ye:

"Meha Kanûnê ji gelek aliyan ve bû meheke welê ku dewleta Tirk a mêtinger qirker gelek caran komkujî lê kir. Komkujiya Mereşê ya 1978'an, êrîşên li ser girtiyên siyasî yên sala 2000'î, komkujiya Roboskî ya sala 2011'an, komkujiya Parîsê ya duyemîn a sala 2022'an çend ji van komkujiyan e. Em van komkujiyên dewleta Tirk careke din şermezar dikin, di şexsê kedkarên çapemeniya azad ên herî dawî hatin qetilkirin Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan hemû şehîdên demokrasî û şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, soza ku me dane şehîdan dubare dikin.

KOMKUJIYA MEREŞÊ

Komkujiya Mereşê komkujiyeke welê bû ku di çarçoveya plana qirkirina Kurdan de ji bo valakirina rojavayê Firatê ji Kurdan hate kirin. Dewleta Tirk a mêtinger qirker ji bo Kurdan qir bike rojavayê Fratê weke xeteke stratejîk dît û êrîşên xwe li vê xetê giran kir. Ji ber ku rojavayê Firatê sînorê Kurdistanê yê bi Tirkiyeyê re ye. Lewma dewleta Tirk hewl da ji vê derê destpê bike, Kurdan qir bike û vê yekê li tevahiya Kurdistanê belav bike. Ji ber vê yekê jî gelek caran komkujî li xelkê me yê Kurd-Elewî yê li van deveran hate kirin, êşên gelekî giran kişandin. Weke ku di komkujiya Mereşê ya sala 1978'an de jî hate dîtin, xelkê me yê Kurd-Elewî yê li vê herêmê neçar hate hiştin ku koç bike û demografiya herêmê hate guhertin. Desthilatdariya AKP-MHP di vê demê de jî polîtîkaya qirkirinê dimeşîne, hewl dide li tevahiya Kurdistanê belav bike. Dagirkeriya li Rojava û planên nû yên dagirkeriyê radixe pêş çavan ku ev siyaset û mejî dewam dike.

KOMKUJIYA ROBOSKÎ

Yek ji bûyerên din ku rastiya komkujer a dewleta Tirk nîşan dide, bombekirina gundiyên Roboskî bi balafirên şer û qetilkirina wan a bi xwînxwarî ye. Piraniya kesên hatin qetilkirin zarok bûn. Di ser komkujiya Roboskî re 13 sal derbas bûne, lê belê hîn jî dest nedane berpirsyarên komkujiyê. Tayyîp Erdogan ku fermana komkujiyê da û di asta destpêkê de jê berpirsyar e, bi rengekî eşkere xwedî li komkujiyê derket. Pîlotên ku bombardûman kirin, rayedarên leşkerî yên berpirsyar pîroz kir. Weke ku di hemû komkujiyan de hate dîtin, di Komkujiya Roboskî de jî careke din eşkere bû ku kuştina Kurdan sûc nîne û polîtîkayeke dewletê ye.

KOMKUJIYA PARÎSÊ YA DUYEMÎN

Dewleta Tirk a mêtinger qirker di 23'ê Kanûna 2022'an de li Parîsê endama me ya Konseya Rêveber a KCK'ê Evîn Goyî, hunermend Mîr Perwer û welatparêzê Kurd Abdurrahman Kizil qetil kir. Ev komkujî weke Komkujiya Parîsê ya Duyemîn derbasî nava rûpelên dîrokê bû. Eşkere ye ku Komkujiya Parîsê ya Duyemîn jî mîna Komkujiya Parîsê ya Yekemîn bi alîkariya dewletên Ewropayê û rêxistinên wan ên îstîxbaratê hate kirin. Eger ne ji piştgiriya dewletên Ewropayê bûya, dewleta Tirk nekarîbû van komkujiyan bike. Nixumandina herdu komkujiyan vê rastiyê radixe pêş çavan. Di komkujiyên Parîsê de herî zêde dewleta Fransayê di bin tewanbariyê de ye. Lê belê dewleta Fransayê heta niha ji bo ronîkirina van komkujiyan gavek neavêtiye. Ev yek jî dibe sedem ku gumanên gelê me yên têkildarî dewleta Fransayê zêde bibin. Dewleta Fransayê ji bo xwe ji binê vê tewanê rizgar bike divê van komkujiyan teqez ronî bike. Hêvî û bendewariya gelê Kurd ev e.

Bi wesîleya salvegera van komkujiyan banga me li gelê me, dostên me, hêzên şoreşger û demokratîk ev e: Hesabê komkujiyan tenê bi bilindkirina têkoşînê û li ser vê bingehê bi pûçkirina planên dijmin ê komkujiyer dikare bê pirsîn. Ji ber vê yekê jî divê em bi bilindkirina têkoşîna xwe, berxwedana li dijî êrîşên qirker dagirker mezin bikin û planên dijminê komkujer ji hev bixin. Em bang li her kesî dikin ku li ser vê bingehê li dijî êrîşên li hemberî Rojava li her derê berxwedanê mezin bikin."