Gele Minbicê şehîdên xwe spartin axê

Şervanê QSD’ê Udey Îbrahîm El Hetref (Egîd Minbic) û şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Xalid Îbrahîm El Xalid (Xalid El Hezawne) yên di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbû, bi merasîmekê spartin axê.

Bi sedan şêniyên Minbicê cenazeyên şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Xalid Îbrahîm El-Xalid (Xalid El-Hezawne)ê duh di dema li ser erkê xwe şehîd bû û şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Udey Îbrahîm El-Hetref (Egîd Minbic) ê 9`ê Mijdarê di Berxwedana Rûmetê de li gundewarên Til Temrê şehîd bû bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Minbicê spartin axê.

Girse cenazeyê herdu şehîdan ji nexwexaneya Firat a bajarê Minbicê wergirtin û ber bi goristana Şehîdan ve ketin rê. Şêniyan alên Meclisa Malbatên Şehîdan û wêneyên şehîdan bilind kiribûn û diruşên dilsoziya bi şehîdan re li pey hev qîr dikirin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtina leşkerî destpê kir, paşê berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwêş axivî. Şervan got, şehîdan bi fedakariya xwe nîşan dane ku ti carî rê nadin dagirkerî li vî welatî bimeşe.

Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê soza şopandina rêya şehîdan dûbare kir.

Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Hevserokê Meclîsê Mehmûd El-Îdo axivî û destnîşan kir ku şehîd bi soza xwe ya parastina welat û gelê xwe re wefadar bûn û bi fedakariyên xwe efsaneyên lehengiyê xêz kirin.

Hevserokê Saziyên Oldar ê Minbicê Elî El-Cemîlî jî li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê axivî û tekez kir ku çeteyên bi dagirkeriya dewleta Tirk re bûne hevkar îxanet û rezîliyê li xwe qebûl dikin û vê welata kesên wiha qebûl nake.

Nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên her du şehîd di nava tilêliyên dayikan de û diruşmên dilsoziya bi şehîdan re hatin veşartin.