Eyn Îsa, Til Temir, Til Rifat û Şera hatin bombekirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek gundên Eyn Îsa, Til Temir, Til Rifat û Şera bombe kirin.

Li gorî saeta herêmî saet 21:30’î gunê Hoşan ê Eyn Îsa hate bombekirin.

Berî saetekê jî gundê Um El Kêf a girêdayî navçeya Til Temirê bi obusan hate bombekirin. Di êrîşê de hate jînegehên sivîlan hatine hedefkirin. Hate ragihandin ji  ber êrîşê stasyona elektirîkê bêkêr bûye.

Li gorî saeta herêmî saet derdorî 19:40’î, jî bi çekên giran navçeya Til Rifat a Şehbayê hate bombekirin.

Berî vê êrîşê jî bi çend deqeyan gudnên Irşadiye û Kefer Antûn ên Şera ya Efrînê jî hatin bombekirin.

Dewleta Tirk her rojê bi awayekî sîstematîk jîngehên sivîl ên welatiyên dikevin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombe dikin. Ji êrîşên dagirkeriyê yên 9’ê Cotmeha 2019’an û vir ve bi sedan sivîl ji ber van êrîşan mirin û bi sed hezaran kes jî neçar man ku malên xwe biterikînin.