Endama PE Neumann bi Rêveberiya Xweser re civiya

Endama Parlementoya Ewropayê (PE) Hannah Neumann bi Rêveberiya Xweser re civiya.

Endama Parlamentoya Ewropayê û seroka şandeya têkiliyên bi Nîvgirava Erebî re û cîgira serokê Komîteya Mafên Mirovan Hannah Newman, di deriyê Sêmalka re gihîşt herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Li gorî berpirsên protokolê yên bi Hannah re, wê serdana taybet a Hannah li herêmê 3 rojan dewam bike.

Hannah Neumann di destpêka serdana xwe de, bi berpirsên Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re li navneda Rêveberiya Xweser a li bajarê Qamişloyê hevdîtinek pêk anî.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebudlkerîm Omer, cigirê wî Ebîr Êliya û Fener El-Kiêt û berdevkê fermî yê daîreyê Kemal Akif, Hannah pêşwazî kir.

Endama Parlamentoya Ewropayê Hannah Neumann ji çapemeniyê re axivî û ev got: “Ez li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê me da ku rewşa herêmê û rewşa şêniyan bişopînim. Nexasim piştî êrişa dewleta Tirk. Her wiha ez ê serdana kampên li vê derê bikin û sîstema hevserokatiyê ku jin li kêleka zilaman saziyan bi rê ve dibin, bişopînim.”

Neumann wiha domand: “Her wiha ez ê serdana kampên Holê û Roj ên taybet bi malbatên DAÎŞ`î bikim, da ku ez kesên li wir û eslên wan nas bikin, ji ber ku em dizanin ku ew ji gelek welatên cuda hatine. Ez ê Parlamentoya Ewropayê ji rewşa herêmê agahdar bikim, ji ber ku welatên Ewropayê ji ber belavbûna koronayê bi giştî bi rewşa welatên xwe ve mijûl dibin.”

Neumann da zanîn ku di hevdîtina bi berpirsên Daîreya Têkiliyên Derve re, êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhiatê Sûriyê, rewşa kampên li herêmên Rêveberiya Xweser û dorpêça li ser herêmê û di nav de girtina dergeha Til Koçer, nîqaş kirine.

Li gorî berpirsên komîteya protokolê, endama Parlamantoya Ewropayê wê di rojên pêş de gelek hevdîtin û civînan bi saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl re pêk bîne.