BI DÎMEN

'Em dest ji zimanê xwe bernadin'

Şêniyên Qamişloyê destnîşan kirin ku bi Şoreşa Rojava re êdî ew zimanê xwe bi rengekî azad û dilrehet bi kar tînin.

Şêniyên Qamişloyê bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ji ANF'ê re axivîn.

'ZIMAN STÛNA BINGEHÎN A ŞOREŞA ROJAVA YE'

Mamosteyê Îngilîzî yê Zanîngeha Rojava Niman Osman got, "Em dibêjin ku her civakek bi zimanê xwe tê naskirin. Di dema hikumeta Şamê de her tişt li ser Kurdan qedexekirî bû. Gihîştibû wê astê ku em nikaribin navê Kurdî li zarokên xwe bikin. Her destiladariya xwe li ser Kurdan ferz dikirin. Lê piştî şoreşa Rojava gelek destketî hatin bidestxistin û yek ji wan ku stûna bingihîn a vê şoreşê bû zimanê dayikê hate qebûlkirin."

ZIMANÊ KURDÎ FERMÎ BÛ

Niman Osman di dewamiya axaftina xwe de wiha pê de çû: "Berê kesî nikarî bû ku pirtûkên Kurdî di malên xwe de bihêlin yan jî bixwînin. Lê wek ku tê dîtin piştî şoreşa Rojava kêmanî di her malekê de 14-15 pirtûkên Rêber Abdulah Ocelan tên dîtin û bi serbilindahî tên xwendin. Vê boneyê li hemû pêkhateyan û bi taybet li gelê Kurd pîroz dikim."

ZIMAN Û NASNAME

Cîgera kar û barê xwendekaran Evîn Îbrahîm Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kir û got, "Destpêkê ez vê roja 21’ê Sibatê roja zimanê dayika ya cîhanî li hemû gelan pîroz dikim. Ziman tişta herî girînge di kesayetê mirov û civakê de. Ji ber ku di rêya ziman re çand û kevneşopiyên mirov derdikeve holê. Dîroka ziman vedigere bi milyonên salan bi awayên cuda cuda gihiştiye asta me ya îro, yek ji van zimanên herî kevnar zimanê Kurdî ye. Çiqasî binpêkirin, desthiladarî û komkujî li ser hatin kirin lê li ber xwe da û gihiştiye vê asta bilind."

ROLA JINÊ YA DI ZIMAN DE 

Evîn Îbrahîm wiha behsa rola jinê di zimanê dayikê de kir: "Ez wek jinek Kurd dibêjim ku em ê di rêya zimanê xwe re çand, kevneşopî û rastiya civaka xwe derxînin pêş. Ji ber wê jî heya ku em xwedî hîn bêhtir li zimanê xwe derkevin divê em bi zimanê xwe bixwînin û binivîsin ji ber ku em dîroka xwe bi xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe em didin xuya kirin."

ZIMAN Ê ME GAVEK SERKETÎ BÛ

Hevserokê beşa ziman û wêje li Zanîngeha Rojava Darwin Darî behsa zimanê dayikê berî şoreşa Rojava û piştî şoreşa Rojava kir û axivî: "Em 21 Sibatê roja zimanê dayikê ya cîhanê li tevahî gelan pîroz dikim. Em dikarin bêjin ku gelê Kurd di dirêjahiyên salan de bi awayek veşartî zimanê xwe dixwendin, ji ber ku rastî desthiladariyek bûn. Zarokên me di mal de bi Erebî hin carana diaxivîn ji ber zilma hikumeta Şamê. Lê piştî şoreşa Rojava bi saya şervanên me yên YPG’û YPJ destketiyên pir mezin hatin bidestxistin û zimanê xwe yê dayikê misoger kirin. Ev yek jî gavek pir serketî bû ji bo gelê Kurd."

BANDORA ZIMAN LI SER CIWANAN  

Darwin Darî wiha axaftina xwe dewam kir û got: "Rastî jî bandorek pir mezin li xwendekaran hatiye kirin ku êdî bi zimanê xwe yê dayikê yê sade diaxivin. Ji bilî wê jî nivîsandina pirtûkan û îradeya wan ji bo pêşxistina cavaka wan roj bi roj mezin û bi hêztir dibe."

EM DEST JI XWENDINA XWE BERNADIN

Şagirtê Can Hac Elî wiha helwesta xwe ji me re parve kir: "Ez roja zimanê Kurdî li hemû gelan pîroz dikim û bi taybet gelê Kurd. Her wiha em Kurd in û tu carî dest ji welat û zimanê xwe bernadin. Em ê her tim li ber xwe bidin û hemû êrîşên dagirkeran li ser herêmên em ê vala derxînin. Zimanê me hebûna me ye û daxweza min ji bo hemû zarok û ciwanan re ku bi zimanê xwe bixwînin û xwedî li xaka welatê xwe derkevin."