Du şehîdên Berxwedana Rûmetê li Şedadê hatin veşartin
Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê cenazeyên du şervanên ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûne li Goristana Şehîdan a navçeya Şedadê veşartin.
Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê cenazeyên du şervanên ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûne li Goristana Şehîdan a navçeya Şedadê veşartin.
Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê cenazeyê şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Ubêd Kerro û şervanê Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) Mehmûd El-Dexîm ( Elî) li Goristana Şehîdan a navçeya Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê veşartin.
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre endamê Hêzên Erka Xweparastinê Salim Îbrahîm û bi navê Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê Necî El-Nicûm axivîn.
Axaftvanan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan dan.
Piştre endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Şedadê Zehra El-Ehmed nasnameya şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.
Herî dawî cenazeyên şehîdan li goristanê di nav tilîliyên dayikan de û berzkirina dirûşmên silavkirina Berxwedana Rûmetê hatin veşartin.