Li Heftanînê 15 leşkerên Tirk hatin kuştin
Çapemeniya Tirk ragihandibû ku di şerê li Heftanînê derketî de 3 leşkerên wan mirine, lê li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin di şer de 15 leşker hatin kuştin û 15 leşker jî birîndar bûn.
Çapemeniya Tirk ragihandibû ku di şerê li Heftanînê derketî de 3 leşkerên wan mirine, lê li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin di şer de 15 leşker hatin kuştin û 15 leşker jî birîndar bûn.
Di operasyona dagirkeriyê ya artêşa Tirk a dagirker ya li dijî Başûrê Kurdistanê de, di şerê îro derketî de 15 leşker hatin kuştin û 15 leşkerên din jî birîndar bûn.
Çapemeniya Tirk di nûçeya ku disperê wezareta berevaniyê ya Tirk de nivîsandibû “Di Tevgera Pençe de 3 leşker mirine”.
Lê li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî yên herêmê hatine bidestxistin di şer de herî kêm 15 leşker hatine kuştin û 15 leşker jî birîndar bûne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê heta niha têkildarî şer tu daxuaniyek ne daye.