Cenazeyê şervanê YPG’ê Cîlo hate veşartin

Li bajarê Til Temirê cenazeyê şervanê YPG’ê Mikaîl Cîlo (Kawa Rojdem) li Goristana Şehîdên Til Temirê hate veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarê Til Temirê cenazeyê şervanê YPG′ê Malik Cîlo (Kawa Rojdem) ê ku 26′ê Hezîranê di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû, ji Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û ber bi Goristana Şehîdên Til Temirê ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre Fermandarê YPG′ê Qehreman Til Temir axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û diyar kir ku şehîd Kawa di oxira parastina welatê xwe de ya ji terorê, canê xwe feda kir. Qehreman soza şopandina rêya şehîdan heta avakirina Sûriyeke azad, da.

Piştre Endamê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajêr Mihemed Tahir Yûnis jî axivî û anî ziman ku şehîd Kawa ji bo avakirina welatekî azad û demokratîk, canê xwe feda kir û soza şopandina rêya wî da.

Her wiha apê şehîd û Endamê Rêveberiya partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Ismaîl Hac Ferhan axivî, serkeftinên ku şervanên QSD′ê bidest xistine, li gelê Sûriyeyê pîroz kirin û got ku şehîd Kawa û hevalên wî, şehîdên azadî û demokrasiyê ne. Hac Ferhan soza domandina têkoşînê da.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin.

 Cenazeyê şehîd bi dirûşim û tilîliyan ve hate veşartin.