Cenazeyê şervanê QSD'ê Emîn li Hesekê spartin axê
Cenazeyê şehîd QSD'ê Ridwan Emîn (Idrîs Yûsif) li Goristana Şehîd Dijwar bi tevlîbûna sedan kesî û merasîmekê spartin axê.
Cenazeyê şehîd QSD'ê Ridwan Emîn (Idrîs Yûsif) li Goristana Şehîd Dijwar bi tevlîbûna sedan kesî û merasîmekê spartin axê.
Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û gundewarê wê cenazeyê şervanê QSD'ê Ridwan Emîn (Idrîs Yûsif) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê spartin axê. Şêniyêan cenaze ji ber navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi kerwanekî ji dehan wesayîtên ku bi wêneyên şehîd û alên QSD'ê hatibûn xemildan ber bi goristanê ve ketin rê.
Kerwanê cenaze dema gihişt goristanê bi diruşmeyan ji aliyê sedan kesî ve hate pêşwazîkirin.
Merasîm bi deqeya rêzgirtina leşker destpê kir. Piştre hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ehmed Eseed û ji fermandarên hêzên leşkerî ya qada Şedadê Kazim Amûdê axivîn.
Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û ev ev hate gotin: "Zarokên me yên şehîd beşek ji dil û bedena me ye, em bi şehadeta wan xemgîn in û bi wan serbilind in, ji ber ku di oxira parastina xak û rumeta xwe de berdêlên giranbuha dane."
Her wiha hate destnîşankirin ku dijmin hewl dide fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de biafirîne û hevgirtina gel têk bibe, lê bi têkoşîn û yekîtiya hemû pêkhateyan wê planên wan têk biçin.
Piştî axaftinan, endama Meclîsa Mablatên Şehîdan a bajarê Hesekê Rojda Ehmed nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.
Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd spartin axê.