Cenazeyê şervanê QSD’ê El Sûltan spartin axê
Cenazeyê şervanê QSD’ê Şehîd Xidir El Sûltan li Şedadê bi merasîmeke bi tevlîbûna sedan kes hate veşartin.
Cenazeyê şervanê QSD’ê Şehîd Xidir El Sûltan li Şedadê bi merasîmeke bi tevlîbûna sedan kes hate veşartin.
Şêniyan cenazeyê şehîd Xidir ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi karwanekî bi dehan wesayîtan berê xwe dan Goristana Şehîdan a Şedadê.
Li goristanê merasîmeke leşkerî hate lidarxistin û piştre Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê Nacî Necûm axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got: “Em ji mirinê natirsin, lê em ditirsin ku gelê me di bin zilma dijminan de bijî. Em ji bo azadî û rûmetê şer dikin.”
Necûm wiha domand: “Em bi veşartina cenazeyên şehîdan diêşin, lê belê em lehengî û berxwedana wan a ji bo azadî û rûmeta me li bîra xwe tînin. Em ê heta pêkanîna armancên şehîdan li ber xwe bidin.”
Piştre, bi navê Meclisa Leşkerî ya Şedadê Cesûr Amûdê axivî û da zanîn ku hêzên wan dê parastina gelê xwe bikin û heta rizgarkirina hemû herêman ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe bidin.
Piştî axaftinan, Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ayat Îbrahîm wesîqeta şehîd Xidir El-Sultan xwend û radestî malbata wî kir.
Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan de hate veşartin.