Cenazeyê şervanê HRE’yê Hisên hate veşartin

Şervanê HRE’yê Mihemed Hisên ê ku di 30’ê Nîsanê de şehîd bûbû li Şehbayê bi merasîmekê li Goristana Berxwedana Serdemê hate veşartin.

Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê beşdarî merasîma veşartina cenazeyê şervanê HRE`yê Mihemed Hisên (Şoreş Amanos) bûn ê ku di 30`ê Nîsanê de şehîd bûbû.

Şêniyan cenazeyê şehîd Şoreş ji Nexweşxaneya Avrîn li navçeya Fafîn a li Şehbayê rakir û ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehresê ve ketin rê.

Li goristanê deqeyekê rêz hate girtin, paşê Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameyên 6 şehîdên YPG`ê û YPJ`ê ku di dem û cihên cuda ji Berxwedana Serdemê de şehîd bûne, eşkere kirin. Navên şehîdan wiha ne:

Hesen Ereb (Heqî Qerar), Ebdo Tabaş (Mesûm), Mihemed Mihemed (Mîrvan Aras), Elî Yûsif (Piling Berazî), Henan Risolo (Xebat Efrîn) û şervana YPJ`ê Leyla Mela Nesan (Amara Qehreman).

Piştî xwendina nasnameya şehîdan, endama rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Şadiya Îbrahîm û bi navê HPC`ê endamê rêveberiyê Arif Menan axivîn. Axaftvanan ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest û teqez kir ku ew ê Efrînê ji dagirkeriya Tirkiyê rizgar bikin û soza şopandina rêya şehîdan dubare kir.

Nasnameya şehîdan ji aliyê endamên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Rûxweş Hesen û Avdar Mihemed ve hatin xwendin û radestî malbatên şehîdan hatin kirin.

Paşê cenazeyê şehîd Şoreş li goristana şehîdên Berxwedana Serdemê hate veşartin.