Bi hezaran li Tebqa, Reqa û Minbicê li dijî dagirkeriyê meşiyan

Bi hezanan xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê protestokirin.

Bi hezaran kesên li Reqa, Tebqa û Minbicê daketin qadan berxwedana QSD’ê silav kirin.

TEBQA

Li Tebqayê bi sedan şêniyên herêmê, gundewarên wê, partiyên siyasî û saziyên bajêr li kolanên Taxa Sanî geriyan û ji navenda Rêveberiya Jinan ber bi Navenda Çand û Hunerê ve çûn. Xwepêşandêran êrîşên artêşa Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, serdana Erdogan ji DYE`yê re şermezar kirin û berxwedana QSD`ê di çeperên şer de silav kir.

Xwepêşandêran pankartên bi nivîsên şermezarkirina lihevkirinên di navbera dewletên cîhanê yên ku qirkirina gelên Sûriyê rewa dikin û hin nivîsên banga li Trump ku di qirkirina gelên Sûriyê de nebe hevkarê Erdogan, hilgirtin.

Duh Meclîsa Sivîl a Tebqayê konê çalakiyê li pêşiya baxçeyê Navenda Çand û Hunerê vegirt û meş li bin kon sekinî. Merasîmê bi rêzgirtinê destpê kir, paşê li ser navê Meclîsa Zagonsaz a Tebqayê cîgira meclîsê Huda Ilêwan axivî û got şêniyên Tebqayê di bin vî konî de dubare dagirkerî, guhartina demografî û qirkirina artêşa Tirk û çeteyên wê ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re şermezar dikin.

Paşê li ser navê Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Tebqayê Musena Abdulkerîm axivî û îşaret bi şehadeta Hevrîn Xelef kir ku li ser destê artêşa Tirk şehîd bû û got çeteyên artêşa Tirk zindîkirina DAÎŞ’ê ne.

Musena got piştî QSD`ê DAÎŞ di qada cografî têk bir, dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi êrişan kir, ev jî tek ji bo zindîkirina DAÎŞ’ê , îro jî hevdîtina Erdoganê kujer û serokê Amerîkayê Donald Trûmp beşek ji lihevkirinên li dijî gelên herêmê ye.

REQA

Li Reqayê bi sedan şêniyên bajêr û gundewarên wê, saziyên sivîl û şêxên eşîran li qada agirkujiyê ya navrasta bajêr kom kom bûn.Xwepêşandêran dirûşmên "Em li dijî lihevkirinên hebûna me dikin armanc li ber xwe bidin, Trump Erdogan xelîfeyê Bexdadî ye, şaş nebe, em qebûl nakin û lihevkirinên li dijî pêşeroja xwe red dikin", her wiha wêneyên şehîdên sivîlên ên ku di dema artêşa Tirk êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir şehîd bûbûn hilgirtin.

Meş li kolanên sereke ya bajarê Reqayê geriya û bi yek dengî Berxwedana Rûmetê silav kirn û serdana Erdogan ji DYE`yê re şermezar kirin.

Meş li Meclîsa Malbatên Şehîdan sekinî û li vir rêz girtin, paşê li ser navê Buroya Rêxistinkirina ciwanên Partiya Pêşeroja Sûriyê endamê buroya Abullah Şelebî, ser navê Komîteya Rêveberiya Herêmê û şaredariyê hevserokê komîteyê Ehmed Xelîl û ser navê Rêveberiya Jinan Meryem Îbo axivîn.

Axêveran serdana Erdogan ji Trûmp re şermezar kirin û berdewama komployên li dijî gelên Sûriyê bi nav kirin. Axêveran kiryarên hovane yên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan, awarekirina zarok, jin û koçberkirina şêniyên herêmê şermezar kirin.Di heman demê de şêniyên Hecîn û Şiêtat ên bejahiya Rojhilatê Dêrazorê li dijî hevdîtina Erdogan ji Trump re daketin qadan û lihevkirinên li dijî berjewendiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Meş ji navenda Meclisa Gel a Hecînê ber bi têketina bajêr ve çû. Xwepêşandêran berxwedana QSD`ê silav kir û wêneyên şehîdan û pankartên şermezarkirina komployên navdewletî yên li dijî vîna gelên Sûriyê rakirin.

Di merasîmê de hevserokê Meclîsa Gel a Hecînê Selah Silêman axivî û got: “Şêniyên Dêra Zorê li dijî komployên li dijî herêmê dê radest nebin. Her wiha xewn û xeyalê Erdogan di zindîkirina DAÎŞ û berfirehkirina serweriya xaka xwe ji cografiya Sûriyê dê ne mimkûn be. Em wek gelên herêmê pêşwaziya rêveberiya Amerîkayê ji Erdoganê kujer re wek beşdariya ji sûcên li dijî xaka Sûriyê bi nav dikin û banga redkirina serdanê dikin.”

MINBIC

Xwepêşandêran di meşê de pankartên "Birêz TrÛmp nebe hevparê şerê qirkirina gelê me", "Em Di derbarê hedefkirina pêşeroja xwe de, ne qebûl dikin û ne jî radest dibin" û "Wê li hember her peymanek ku hebûn, rûmet û nasnameya me bike hedef, derkevin", alên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, Meclisa Jinan û wêneyên şehîdan hildan.

Meşê ji Çerxerêya El-Mîzan a rojavayê bajêr destpê kir û ber bi Çerxerêya El-Meseb a bakurê bajêr ve çû û li wir vegerî mîtîngê. Piştî deqeyeke rêzgirtinê bi navê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Îmad Mûsa axivî û wiha got: "Îro li vir tevahî peyman û komployên li dijî gelê me red dikin, terora dewleta Tirk a ku xaka me dagir dike ji sûc û kuştinên ku bi mafên gel de pêk tîne jî qebûl nakin."

Îmad wiha lê zêde kir: "Em ji Erdogan re dibêjin ku dê ev gel li dijî berjewendiyên wê bi der bikeve. Dê gel hemû planên wî yên dagirkirina xakê têk bibe û li hember êrişên wî bisekine."

Bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê endamê Dîwana Meclîsa Qanûnsaz Cuma Heyder axivî û wiha anî ziman: "Em îro li vir in ku tevahî cureyên dagirkirin û siyasetên wêrankirin û kuştinê ku Erdogan û çeteyên wî pêk tîne, red bikin û qebûl nakin."

Li aliyekî din jî bi navê Meclisa Jinan endama meclîsê Neqşiya Xelîl wiha da zanîn: "Tevahî komplo û peyamnên der barê hedefgirtina gelê me de pêk tên, şermezar û red dikin û aliyekî jî ku pêşeroja welatê me li şûna me diyar bike, qebûl nakin. Her wiha her peymanek ku gefan li hebûn û rûmeta me dixwe, wê li hemberê derkevin."

Neqşiya Xelîl wiha li axaftina xwe zêde kir: "Nameya ji birêz Trûmp re ew e ku nebe hevparê komkujî û zilma ku li dijî gel û xaka me pêk tên."

Neqşiya wiha bi dawî kir: "Em wek jin tevahî peyman û komployên ku hebûn û pêşeroja me dixin xeteriyê red dikin û dê bi yek destî bi tevahî jinên Sûriyê re weke kevirekî bihêz li hemberê bisekinin."

Meş bi dirûşmên silavkirina şehîdan û Berxwedana Rûmetê bi dawî bû.