BI DÎMEN

Beşdara 14 salî ya Mihrîcana Huner û Wêjeya Jinê: Dixwazim bibim pisporê karê xwe

Êlîn Osman beşdara herî biçûk a Mihrîcana Huner û Wêjeya Jinê diyar kir ku ew ê bi hev re karek baş ji civakê re pêşkêş bikin û got: “Ez dixwazim di hunera xwe de bibim pispor.”

Êlîn Mihemed Osman a ku bi temanê xwe 14 salî ye, bi hunera xwe ya destan tevlî Mihrîcana Huner û Wêjeya Jin bû. Beşdara herî biçûk a mihrîcanê Êlîn Osman e. Cara yekem tevlî mihrîcanê dibe û bi vê gavê re pir kêfxweş bûye. Êlîn Osman gelek hunerên cur bi cur dîtiye, lê ji ber ku bi xwesteke hunera xwe pêş bixe bi baldarî mêze li hemû hunerên li mihrîcanê dike û ji bo xwe pir mînakan ji van huneran digre.

Êlîn Osman derbarê hezkirina xwe ya hunera destan û kêfxweşiya xwe ya ji ber tevlîbûna Mihrîcana Huner û Wêjeya Jinê de ji ajansa me re axivî.

12 SALÎ DEST BI HUNERA DESTAN KIR

Êlîn Osman di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku hezkirina wê ji bo hunera destan pir mezin e û her dem dixwaze vê hunerê pêş bixe û wiha got: “Dema emrê min 10 salî bû min pir ji hunera destan hez dikir. Dema gihîştim 12 saliya xwe êdî min biryar girt ku ji xwe re morîk û ta bînim da ku karê destan pêş bixînim.”

HIM DIXWÎNE HIM JÎ HUNERA XWE PÊŞ DIXE

Êlîn Osman di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di malbata min de kesek ku van karan çêbike tune bû. Ez xwe bixwe fêr bûm. Dema diçûm dibistanê û dihatim mal jî dema xwe him ji xwendin him jî ji hunerê re vediqetand. Malbata min gelek piştgirtî dan min ku ez xwe pêş bixim û her tim dayika min ji min re dibêje xwe di vê hunerê de pêş bixe. Ji ber ku tuyê him çanda xwe nas bikî him karekî ji bo civaka xwe pêşkêş bikî. Ez jî bi van gotinan pir kêfxweş dibim û dixwazim roj bi roj pêşketîtir bibim.”
Êlîn Osman diyar kir ku ew di destpêkê de pir zehmetî dikşandin ji ber ku bi vî karî baş nizanî bû, piştî ku her roj ev kar kir û xwedî hezkirinek mezin bû ev zehmetî roj bi roj derbas dike û wiha pêde çû: “Çi kar be eger mirov şaşîtiyan neke nikare pispor jî bibe. Min jî gelek şaştî di vê hunerê de kirin. Heya roja îro şaştîyên min hene lê ez nahêlim ev yek hezkirina min ji karê min re kêm bike. Gelek tiştan çêdikim. Mînak bazin, gustîlk, zincîr tiştên ku dîwaran dixemilînin û hwd. Amûrên ji bo min pêwîst jî morîkên reng bi reng, cûreyên ta ne.”

CARA EWIL BEŞDARÎ MIHRÎCANÊ DIBE

Êlîn Osman got ku ev yekemîn mihrîcane ku ew tevlî dibe û wiha hestên xwe anî ziman: “Bi rastî dema xelk dihatin û ji min re digotin karê te pir xweşik e ev ji bo min serfirazî bû. Dema ez tevlî mihrîcanê jî bûm ne ji bo ku ez tiştên ku çêdikim bifiroşim tevlî bûm. Ji bo hîn bêhtir nêrînin gel li ser hunera xwe bizanibim, hunerên cûda bibînim û fêr bibim tevlî bûm. Di vê mihrîcanê de pir tiştên xweşik hebûn.”
Êlîn Osman di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Daxwaza min ew e ku ez jî wek van kesên pispor xwe pêş bixim û civak jî ji karê min hez bike. Ez bi hêvî me ku her kes xwe pêş bixe û çanda xwe nas bike. Pêwîste em bi hev re karek baş ji bo civaka xwe pêşkêş bikin.”