‘Şehîd Zelal her tim pêşeng bû’

"Me derbarê şehîd Zelal de li gelek tiştan guhdarî kir. Ew şoreşgera pêşeng a têkoşîna azadiyê û lêgerînera heqîqetê bû, ku li sera xeta azadiyê jinê bû."

Cîhan Xalid ku yek ji xizm û hevrêya şehîd Zelal Zagros (Feryal Silêman) a zaroktiyê ye, ji me re behsa jiyana şehîd Zelal û bandorên ku li wê kirine kir. Xalid wiha behsa bîranîna zaroktiya xwe kir:

"Ez û hevrê Zelal heta 15 saliya xwe li heman malê mezin bûn. Li hemberî tu kesî hêrs nedibû û tu kes jî li ser wê hêrs nedibû. Bi mezinan re mezin û biçûkan re biçûk bû. Bi dilnizmiya xwe dihat naskirin, dibe ku ji ber vê yekê her kesî jê hez dikir û qîmet dida. Bandoreke xurt li min jî kir.

Bîranînek Zelal ku qet ji bîra min naçe tê bîra min; Li gundê me bîrek hebû û dema ku me ji gund bar dikir û di wesayîtê de min jê re destê xwe ji bo xatir xwestinê hejandibû, li ber bîrê rûniştibû û çavên wê tejî rondik bûbû, mîna ku bêje neçe ji vir. Wê kêliyê wekî ku min parçeyekî ji xwe li wir hiştibû. Piştî demekê, ew jî hatin nêzî me. Ji ber ku ya herî mezin a malê bû, di temenê xwe yê biçûk de neçar ma hemû berpirsyariya xwişk/birayên xwe yên dixwend, hilde ser milên xwe. Tevî ku nexwend jî, xwedî zekayeke mezin bû û alîkariyê dida dersên xwişk û birayên xwe. Beriya ku tevlî nava refên azadiyê bibe, di nava demeke kurt de hem hînê Erebî û hem jî hînê Kurdî bû. Bi kurtasî Zelal her tim berpirsyar bû û xwedî wê hêzê bû ku ji temenê xwe wêdetir tiştinan bike û kir.”

‘ZELAL YEK JI WAN KESÊN KU XWEDÎ CESARETA PÊKANÎNA SOZÊN XWE BÛ’

Cihan Xalid, diyar kir ku têkiliya welatparêziya malbatê ji berê ve hebû û got ku Zelal bûye şopdarê vê girêdanê û wiha domand:

"Di salên 1990'î de ji bo tevkariyeke biçûk li gerîla bikin, me nîsk û pembo diçandin û difirotin. Wê demê ji 7 salî heta 70’ê salî ji bo alîkariya welat sefer bûbûn. Di wê demê de şehadeta hevrê Rênas, Adîl û Ednan bandoreke kûr li Zelal kir û di mala şînê de soza rakirina çekê wan dabû. Zelal yek ji wan kesên ku xwedî cesareta pêkanîna sozên xwe bû.

Şehîd Zelal di sala 1993'an de bi vê zanebûn û berpirsyariyê tevlî nava refên têkoşîna azadiyê ya gerîla bû û hêz û wezîfeya bicihanîna daxwaz û hezkirina xwe ya doza azadiyê weke pêwîstiyeke dilsoziya bi welatparêziyê re bi cih anî. Tevlîbûna Zelal ji bo me hêzeke cuda bû û bû çavkaniya me ya moralê. Zelal ne şehîdê me yê yekemîn e, şehîd Fewaz di destpêka salên 90'î de tevlî karwanê şehîdan bûbû. Di sala 1995'an de bi komeke ku pismamê wê Goran jî di nav de bû, dest bi rêwîtiya xwe ya ber bi çiyayên azad ve kir. Piştî salekê ji bo me nameyek nivîsîbû û tê de gotibû, ‘Em li ber bîranîna şehîdan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.’ Di wê demê de me şehadeta Fewaz û Goran nedizanî, lê piştre em bi şehadeta wan hesiyan. "

Cîhan Xalid piştî salên dirêj şehîd Zelal dibîne û wiha behsa wan kêliyan dike:
"Roja cejnê bû Zelal cara yekemîn bi telefona malan, li me geriyabû. Diyar kiribû ku rewşa wê baş e, çiya enerjîyeke cuda dide wê û li wir wekî ku ji nû ve ji dayik bûye. Me jî soza şopdariya rêyê dabû.”

Cihan Xalid li ser hewldanên êrîşê yên li dijî şehîd Zelal jî ev tişt anî ziman; "Zelal piştî ku demeke dirêj li çiyayên Kurdistanê ma, derbasî Ermenîstanê bû û 6 salan li wir bi rengekî çalak xebitî. Dema vegeriya Rojava demekê li herêma Cizîrê ma. Piştre ji sala 2017’an heta 2019’an dema ku li bajarê Minbicê yê herêma Firatê dixebitî rastî hewldana sûîqestê hat. Ev êrîş di heman demê de li dijî tevgera jina azad jî hatibû kirin. Ez dibêjim tevgera jinê, ji ber ku Zelal jiyana xwe fedayê xeta jina azad kiribû. Mayînek di bin wesayîta ku Zelal bikar tanî de bi cih kiribûn, bi tesadufî Zelal wê demê ne di wesayîtê de bû. Di wê êrîşê de ajokarê wesayîtê şehîd bûbû."  

Cîhan Xalid, anî ziman ku piştî hewldana êrîşê jî şehîd Zelal bênavber xebatên xwe berdewam kiriye û wiha axivî:

"Vê carê Zelal berê xwe dabû Dêrazorê. Salekê li Dêrazorê xebat meşand. Zelal a digot, "Ez xwe li çiyê hîn zêdetir nêzî Rêbertî hîs dikim", careke din berê xwe da çiyê.

‘DEMA MIN ZELAL HERÎ DAWÎ DÎT MIN HÎSKIRIBÛ KU EZ Ê CAREKE DIN WÊ NEBÎNIM’

Cîhan Xalid gumanên xwe ya der barê çûna şehîd Zelal a ji bo Başûrê Kurdistanê parve kiribû û wiha sedema wê rêz kir:

“Di sala 2013’an de dema Zelal ji Ermenîstanê vegeriya, ji aliyê PDK’ê ve hate girtin û bi zorê xwe ji destê xayinên PDK’ê rizgar kiribû. Ev çûyîna wê ya dawî ji bo Başûrê Kurdistanê tirsa min zêde kir. Me dizanibû ku PDK’ê bi dijminên Kurdan re tevdigere û zemîna gelek êrîşan ava kiriye. Ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarsel li Silêmaniyê , Şîlan Goyî (Taybet Bîlen) li ser rêya Mexmûrê ji aliyê PDK’ê ve hatine qetilkirin û şehîd bûn. Ji ber vê yekê çûna Zelal gumanên min zêde kiribû.”

ZELAL BÛ ŞOPDARA RÊYA TÊKOŞÎNA SARA

Cihan Xalid hestên xwe li ser şehadeta şehîd Zelal wiha anî ziman: "Zelal hevrêya Rêber Apo bû. Li vir Sara, Besê û Delalan nas kir. Ji her yekî ji wan wateyek hîn bû û bi yên li derdora xwe re parve kir. Û dema ku Zelal erka xwe bi cih dianî, PDK'ê dîsa bi rola xwe ya dîrokî ya xayintiyê rabû û Zelal li Başûrê Kurdistanê bi komployeke xayin şehîd kir. Zelal jî mîna; Sara û Pakîzeyan hedef hat girtin, ji ber ku Zelal jiyanek bi rûmet hilbijartibû û berpirsyariya gelekî ku tê înkarkirin hilgirtibû ser milên xwe.”

Cîhan Xalid di dawiyê de wiha behsa têkoşîna Zelal kir: "Zelal careke din biryardarî û baweriya bi şoreşê anî bîra me. Bi dilsoziya xwe ya bi têkoşînê re em ê şopdarên rêya şehîdan bin û agirê azadiyê yê bi destê wan hatiye pêxistin, gur bikin.  

Şehîd Zelal li ser baskên welatparêziyê mezin bû, di tevahiya jiyana xwe de bi dilsoziya bi nirxên xwe re meşiya. Evîndarekî bêsînor ê lêgerîna wateyê bû.”